Selman Barodo: Em ber bi wergirtina 500 hezar ton genim ve diçin

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodo ragihand ku Rêveberiya Xweser ber bi wergirtina 500 hezar ton genim ve diçe û diyar kir ku nirxê diyarkirina genim ji aliyê cotkaran ve wekî gaveke baş hate nirxandin.

Selman Barodo: Em ber bi wergirtina 500 hezar ton genim ve diçin
25 hezîran, 2020   07:26
REQA

Bi bidawîbûna demsala çandiniyê ya sala 2019-2020`an re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina zeviyên gel de bi ser ket û îsal wekî sala par zêde şewat çênebûn.

Selman Barodo têkildarî wergirtina genim û ceh diyar kir ku heta niha wan zêdetirî 340 hezar ton genim ji cotkaran li 23 navendên wergirtina genim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtine. Barodo got wan li 5 navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 60 hezar ton ceh ji cotkaran wergirtiye.

Têkildarî ji nû ve diyarkirina nirxê genim, Barodo got: "Rêveberiya Xweser biryara dayîna wergirtina ceh û û diyarkirina nirxê genim bi 17 centên amerîkî, wek gaveke erênî ji aliyê cotkaran ve hate dîtin. Van her du biryaran hişt ku cotkar genim û cehê xwe bînin navendên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Selman Barodo piştrast kir ku armanca Rêveberiya Xweser ku 500 hezar ton ji genim wergire û depo bike, ji ber ku ev madeyeke girîng di pêkanîna sîstema xwetêrkirinê ya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navendên wergirtina genim heta niha vekirî ne û genim ji cotkaran werdigirin.

(kc)

ANHA