YPJ: Dem dema tolhildanê ye

YPJ’ê der barê komkujiya li gundê Helicê yê Kobanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku jin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşê de bi roleke pêşeng radibin, ji ber vê jî dibin hedefa hêzên dagirker û diyar kir ku “Em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku em ê tu êrişan bê bersiv nehêlin û em ji tevahî gelê xwe re dibêjin dem dema tolhildanê ye.”

YPJ: Dem dema tolhildanê ye
25 hezîran, 2020   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Patastina Jin (YPJ) têkildarî qetilkirina 3 jinan li gundê Helincê yê Kobanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin:

“Em şehîdên komkujiya Kobanê û şervanên xwe yên YPJ-YPG’yê yên ku ji gelê xwe re bûn mertal û tev li karwanên şehîdan bûn, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên komkujiya Kobanê de soza xwe li hemberî tevahî şehîdên şoreşê nû dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê bi pêş ketiye, ji her awayê êrişan biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi pêşengiya jinê bi pêş ketine ti carî hezm nekiriye û di her êrişa xwe de bi taybetî jin kiriye hedef. Bi vê mebestê bê ku bêje ev şervan e, ev sivîl e, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek komkujî pêk anîn. Komkujiya Kobanê ya 25 Hezîrana 2015’an jî yek ji van komkujiyên herî bêbexte. Di vê roja reş de bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker cilên YPJ-YPG’ê li xwe kirin, ketin nava dilê Kobanê de û komkujiyeke wiha xedar pêk anîn. Li hemberî vê komkujiya giran rêhevalên me Mîtra, Rojava û Sorxwîn heya guleya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî tevlê nava karwanên şehîdan bûn. Ev êrişa dewleta Tirk nîşaneya vê rastiyê bû; çi dibe bila bibe emê vîna we bişkînin, zarokên we qetil bikin û bajarê we dagir bikin. Lê em jî vê dibêjin; îro em xwedî mîrateyeke wisa zindî ne ku di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvanan de bi hezaran jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî xwe bi rêxistin kirine û hêza herî terorîst ya cîhanî DAIŞ’a ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihate rêvebirin, têk birine. Dijmin ji vê xeta me ya fedaî, ji hêza jinê ditirse û hovîtiya xwe ya herî mezin jî li dijî jina azadbûyî pêk tîne.

Îro li her çar parçeyên Kurdistanê êrişeke qirkirinê ya pir giran heye. Çawa ku di 24 Tîrmeha 1923’yan de Peymana Lozanê hate îmze kirin û di serî qirkirina fîzîkî bi her awayî şêweyên qirkirinê li ser gelê Kurd hate ferz kirin. Di encama vê hevpeymanê de Kurdistan bû çar parçe, gelê Kurd û tevahî nirxên wî ji nedîtî ve hate hesibandin. Îro jî tişta ku bi serê gelê Kurd de tê, ne dûrî vê plansaziyê ye. Di dema ku rûpelên dîrokê sedsala 21’emîn û sala 2020’an nîşan dide, di serî de gelê Kurd tevahî gelê herêmê bi heman komkujiyan re rû bi rû tê. Ji qetilkirina bi hezaran jinên Şengalî heta qetilkirina Sêvê, Pakîze, Fatma û dayîka taybet, heta Hevrîn Xelef û yadê Eqîde û şervana me Amara hemû jî di encama heman hişmendiya qirker pêk hatin. Di kêliya ku 2 roj ji salvegera komkujiya Kobanê ya 25 Hezîrana 2015’an re mabû, di 23’yê Hezîrana vê salê de careke din di bajarê Kobanê de bi taybet jinên pêşeng bi awayek xedar hatin hedef girtin.

Artêşa Tirk a dagirker ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrişeke berfireh daye destpêkirin, rastî bersiveke tund tê. Ji ber wê bi armanca veşartina vê binkeftina xwe ya li hemberî tevgera azadiyê careke din êrişê Rojava kir. Di vê êrişê de Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne bûn hedef. Di şexsê van hersê jinên tekoşînvan de careke din xwestin vîna gelê azadbûyî bişkînin. Lê divê her kes vê zanibe ku ruhê jinê bi tekoşînê re hatiye strandin, ji ber wê jî ti êriş wê nikaribe vî ruhî bişkîne. Dijberî wê, ew ê hestên tolhildan û berxwedanê bi hêztir bike. Hedefa sereke ya damezrandina YPJ’ê jî ev heqîqet bi xwe ye. Ji ber YPJ hêza tolhildan û parastina hemû jinane. Îro jî bi vê bîr û baweriyê di eniyên herî pêş de tekoşîneke mezin raber dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji destkeftiyên giranbiha yên ku bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avakirin ditirse, ji ber ew jî baş dizane ku şoreşa Rojava dibe bingehê şoreşa tevahî Kurdistanê û dibe bingehê şoreşa mirovahiyê. Ji wê ye ku bi awayek hovane, bi teknîka xwe ya herî giran êriş bire ser Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyad. Ev jî nîşaneya lewazbûna dewleta Tirk bi xwe ye. Bi mayîndekirina hebûna xwe ya di Kurdistanê de xeyalê firehkirina sînorên xwe ava dike. Lê ew jî baş dizane ku heya tekoşîna azadiyê hebe, heya jinên şoreşger ên têkoşer hebin wê ev xeyalên wan ti carî pêk neyên.

Wek fermandarî û şervanên YPJ’ê em careke din soz didin hemû jinan û gelê xwe ku em ê di şopa şehîdên xwe de ti êrişê bê bersiv nehêlin û em ji tevahî gelê xwe re dibêjin dem dema tolhildanê ye. Careke din em tevahî şehîdên xwe yên şoreşê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza mayîndekirina şoreşê didin tevahî mirovahiyê.”

ANHA