Li Şedadê dê 3 firne bên vekirin

Meclisa herêmî ya navçeya Şedadê û Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê biryara vekirina 3 firneyan li bajarokên Ebdan, El-Hedadiyê û El-Herîrî erê kir.

Li Şedadê dê 3 firne bên vekirin
25 hezîran, 2020   07:07
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Bi zêdebûna gazincên şêniyan ji ber kêmbûna nan, her wiha ji bo sivikirina barê firneyan Meclisa Herêmî ya Şedadê û Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê erê kir ku 3 firne li gundewarên navçeyê werin vekirin.

Her sê firne dê li bajarokên Ebdan, El-Hedadiyê û El-Herîrî yên girêdayî navçeya Şedadê werin vekirin.

Der barê vê yekê de hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Ela El-Umer ji ANHA`yê re diyar kir ku piştî gazincên şêniyan der barê peydakirina madeya nan û qelebalixa li ser firneyên de ku nema dikarin pêwîstiya şêniyan ji nan peyda bikin, gazinc hatin lêkolînkirin û ji Meclisa Kantona Hesekê re hatin şandin.

Li ser wê esasê di navbera Desteya Aborî, Meclisa Herêmî û Meclisa Rêveber de di 22`yê Hezîranê de civînek hat lidarxistin.

Ela El-Umer destnşan kir ku piştî civînê biyar hat dayîn ku 3 firne werin vekirin, her wiha dê firneyên berê û arvan bidin her sê firneyan.

Ala El-Umer got projeya vekirina firneyan dê dest pê bike, piştî ku Komîteya Aborî cihê firneyan diyar bike û arvan peyda bike dê di nava 20 rojan de dest bi xebatê bike.

Tê zanîn ku her sê firne di çarçoveya başkirina rewşa xizmetguzariyê li navçeyê de hatin vekirin.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GbhSvmPF0Ro" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>