Destya Niştîmanî ya Erebî: Tirkiye serdestiya Sûriyê dike hedef

Desteya Niştîmanî ya Erebî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker serdestiya Sûriyê dike hedef. Her wiha bang li hêz û partiyên siyasî yên Sûriyê kir ku bibin yek û ji bo şikandina êrişên Tirkiyê xwedî helwesetek û dengek hevpar bin.

Destya Niştîmanî ya Erebî: Tirkiye serdestiya Sûriyê dike hedef
25 hezîran, 2020   02:55
QAMIŞLO-HÊLÎN HESEN-RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker ji 24’ê Tebaxa 2016’an ve li dijî gelê Sûriyê sûcan dike. Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Desteya Niştîmanî ya Erebî diyar kir ku êriş û sûcên Tirkiyê yên dijî gelê Sûriyê berdewamiya zihniyeta Osmanî ya li dijî dewletên cîran e.

Seroka Nivîsgeha Jin a Desteya Niştîmanî ya Ereb Xensaa El-Hemûd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên domdar hewl dide ewlehiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihejîne.

Xensaa axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk ji berê ve hewl dide xaka Sûriyê kontrol bike û fîtneyan di navbera pêkhateyên wê de biafrîne. Siyaseta parçekirinê dimeşîne da ku giyana hezkirin û hevgirtinê ya di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibe.”

‘ARMANCA SEREKE YA ÊRIŞAN TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK A HERÊMÊ YE’

Xensaa destnîşan kir ku sedema sereke ya êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya demokratîk a herêmê ye û wiha pêde çû: "Tirkiye ji projeyên demokratîk ditirse. Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avahiyên stratejîk dike hedef da ku aboriya herêmê têk bibe. Tirkiye li ser astên aborî û leşkerî êrişî gelê Sûriyê dike.”

Ji dema ku Tirkiyê xaka Sûriyê dagir kiriye ve tevahiya cihên stratejîk bi taybet ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef. Avê qut dike, agir bi zeviyên çandiniyê dixe û veguhêzên kehrebeyê û dibistanan dike armanc.

Xensaa di dawiya axaftina xwe de got: “Artêşa Tirk bi van êrişên xwe serdestiya Sûriyê bi giştî dike hedef. Em bang li hêz û partiyên siyasî dikin ku bibin yek û ji bo şikandina êrişên Tirkiyê xwedî helwest û dengek hevpar bin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8cSQKlSkvI8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>