​​​​​​​Amadekariya 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol tê kirin

Komîteya Amadekar a 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol bang li tevahiya çalakgerên wêjeyî, çapxane, saziyên çandî û wêjeyî, nivîskarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê kir ku bi berhemên xwe yên bi hemû zimanan beşdarî mihrîcanê bibin.

​​​​​​​Amadekariya 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol tê kirin
25 hezîran, 2020   01:15
QAMIŞLO-SÎMA BRÛKÎ-SOLÎN REŞÎD

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya `Roja pirtûk careke din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hiltê` dest bi amadekariya 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol kir. Tê payîn pêşangeh di navbera 20-25’ê Tîrmehê de lidar keve.

Ev pêşangeh ji bo bîranîna rewşenbîr Hisên Çawîş ( Şehîd Herekol) ê ku rolek girîng di pêşxistina çanda gelê herêmê, bi taybet gelê Kurd de lîstiye, tê lidar xistin. Gelek pirtûkên şehîd Herekol girêdayî çanda gelên herêmê hene. Şehîd Herekol di 20`ê Tîrmeha 2016`an de şehîd bû û yek ji kesên destpêkê yên ku bingehên metaryalên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk danîne.

Komîteyê bang li tevahiya çapxane, nivîskar, saziyên çandî û wêjeyên yên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşên din ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê kir, da ku bi berhemên xwe yên bi hemû zimanan beşdarî pêşangehê bibin.

Komîteya Amadekar 1`ê Tîrmehê wek dîroka bidawîbûna wergirtina berhemên wêjeyî diyar kir.

Komîteya Amadekar a 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol, her sal di meha Gulanê de dest bi xebatên xwe dikir. Lê îsal ji ber tedbîrên hişyariyê yên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya derketina pandemiya Koronavîrusê girtine, dereng ma.

Derbarê amadekariyên destpêkê yên pêşangehê,  hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewida Hesen wiha axivî: “Komîteya têkiliyên derve dest bi xebatên xwe kiriye û reklama pêşangehê kiriye. Gelek berhem û pirtûk ji kesên ku dixwazin beşdarî pêşangehê bibin hatine pejirandin. Îtîmalek mezin heye em rastî hinek astengiyan werin, bi taybet ji bo derbaskirina pirtûkên ji derve hatine şandin. Ji ber ku hinek deriyên sînor ji ber tedbîrên li dijî derketina Koronavîrusê hatine girtin, hîna girtîne."

Di pêşangehê de ne tenê pirtûk û berhemên wêjeyî têne pêşkêşkirin. Heman demê de gelek çalakiyên din ên mîna komxebat, panel, semîner û şahiyên mohrkirina pirtûkan lidar dikevin.

Di 3. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol ya sala borî de 45 pirtûkxane li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, yekîtiyên çandî yên Rojava, Lubnan, Misir, herêma başûrê Kurdistanê, Fransa, nivîskar ji Rojava beşdar bûn. Her wiha 100 hezar pirtûkên cihereng di nav de dîrokî, çandî, zanistî, çîrok û roman tevî pirtûkên siyasî û pirtûkên zarokan di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewida Hesen bang li nivîskar û çapxaneyên li herêmê û derveyî wê kir ku beşdarî pêşangehê bibin.

(şx)

ANHA