'Divê li hember dagirkeriyê yekîtiya Kurd ava bibe'

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê yê şaxê Cizîrê Nesredîn Osman got: “Divê partiyên siyasî yên Kurd yekîtiya niştimanî çêbikin. Da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd rawestînin.”

'Divê li hember dagirkeriyê yekîtiya Kurd ava bibe'
25 hezîran, 2020   02:02
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe yên hovane li ser gelên herêmê zêde dike.

Li gel bêdengiya navdewletî artêşa Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Bi rêya wan êrişan armanc dike ku yekîtiya Kurd a di navbera partiyên siyasî de têk bibe û nasnameya Kurd qir bike, herêmê ji Sûriyê qut bike.

Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd van êrişan şermezar kirin û bang li partiyên siyasî kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û êrişên dagirkeran bişkînin.

Girêdayî mijarê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê yê şaxê Cizîrê Nesredîn Osman got: “Lihevkirina di navbera partiyên Kurd de atmosferek aram li kolana Kurd afirand. Ji ber wê dewleta Tirk tehemul nekir û dest bi êrişên xwe yên li dijî pêkhateyên herêmê kir. Gef û êrişên Tirkiyê di vê pêvajoyê de îsbat dikin ku ew yekîtiya Kurd û avakirina hêzek kurdî ditirse. Ev sedema sereke ya êrişên hovane yên li dijî başûrê Kurdistanê ye.”

‘FERMANDARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ HELWESTÊN XWE LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ NÎŞAN NADIN’

Osman destnîşan kir ku hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û Iraqê êriş bi awayekî şermûk şermezar kirin û wiha axivî: “Em ji wan dixwazin ku helwestên xwe yên cidî li hember wan êrişan nîşan bidin û destnîşan bikin bê çawa dewletek dikare êrişî dewletek din bike û serdestiya wê binpê bike. Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî eşkere dagirkeriya xwe li dewletên Rojhilata Navîn fireh dike. Dewletên cîhanê li hember wan êrişan bêdeng man. Ji ber ku dagirkirin xizmeta berjewendiyên wan dike. Tirkiye dixwaze tevahiya pêkhateyên Rojhilata Navîn parçe bike, tevliheviyek mezin çêbike û hêzên mirovî bikar bîne. Bi vê yekê komployên neviyên xwe yên Osmanî dubare bike. Divê ev demek dirêj ba yekîtiya Kurdan pêk bihatiba. Lê niha partî gihaştine nêrînek siyasî hevgirtî ji bo şikandina êrişên Tirkiyê. Ev yekîtî ji bo Kurd gelek pêwîst e. Gel hêvî dike ku ev danûstandin bigihêjin lihevkirinek giştî ku gelê Kurd azad bike. Wek rewşenbîr em bang li gelê xwe dikin ku yekîtiya niştîmanî ava bikin. Divê partiyên siyasî berjewendiya gel di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigrin û hevdîtinên  yekîtiya niştîmanî berdewam bikin heta ku ewlehiyê pêk bînin."

Di dawiyê de Nesredîn  Osman got: "Em rêxistinên navdewletî û desteyên mafên mirovan ji ber bêdengiya wan a li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker rexne dikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uHLace13NNo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>