ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-6-2020`AN
24 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên 4 şehîdan, di nav de 3 jin ên ku di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Helinc de şehîd bûne û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk ê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle oxir dikin. saet 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di salvegera pêncan a komkujiya 25`ê Hezîranê de ya ku çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê û gundê Berx Batanê pêk anîne daxuyaniyekê dide saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye li kantona Şehbayê daxuyaniyekê girêdayî êrişên li dijî kantona Kobanê dide saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sûriya Demokratîk çalakiyek protestoyî ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Helincê orgenîze dike saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dibêsiyê û Holê li dijî êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan li Kobanê dişemin saet 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rojnameger Bangîn Seydo û Alan Maîş gotin: “Armanca Tirkiyê ya stratejîk qirkirina Kurdan e. Divê rojmaneger rolek bibandor û çalak di pêkanîna nêzîkbûna aliyên Kurd de bilîzin. Partiyan hişyar bikin û helwestên cidî li hember xeteriyên li hember  gelê Kurd nîşan bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Helebê êrişên artêşa Tirk a dagir şermezar kirin û destnîşan kir ku bi yekitiyê ew êriş têne şikandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an de, yek ji hovanetirîn sûcên şerê li Sûriyê, li Kobanê pêk hat.  Çeteyan DAIŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyê ji bo tolhildna zirara yekemîn a şerê xwe li Sûriyê û Iraqê êrişek pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Niştîmanî ya Erebî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker serdestiya Sûriyê dike hedef. Her wiha bang li hêz û partiyên siyasî yên Sûriyê kir ku bibin yek û ji bo şikandina êrişên Tirkiyê xwedî helwesetek û dengek hevpar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave kirin ku ew êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Paratina Medya li başûrê Kurdistanê red dikin. Rewşenbîran bang li gelê Kurd û partiyan kirin ku yekitiyê li hember êrişên li dijî hebûna Kurdan xurt bikin û wan êrişên bibin bixînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûra El-Hisên ji şêniyên gundê Um El-Xêr e dibêje çeteyên qaşo bi navê Artêşa Azad di 2013`an de derbasî gund bûne û 22 ciwan û mêrên gund kuştine. Nûra rave kir ku ew ditirse carek din ew komkujî pêk were li gel nêzîkbûna çeteyên ji gund. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê yê şaxê Cizîrê Nesredîn Osman got: “Divê partiyên siyasî yên Kurd yekîtiya niştimanî çêbikin. Da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd rawestînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna derman û buhabûnê zehmetiyan zehmetiyan dişînin. Gelo sedema vê kêmbûnê û buhabûnê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa herêmî ya navçeya Şedadê û Komîteya Aborî ya kantona Hesekê ji bo peydakirina nan vekirina sê firinan li bajarokê Îdan, Hedadiye û Herîrî erê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên sûrî diyar kirin ku Tirkiyê bi rêya êriş û komkujiyên xwe  dixwaze dengê jina azad qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Amadekar a 4. Pêşangeha Pirtûkan a Herekol bang li tevahiya çalakgerên wêjeyî, çapxane, saziyên çandî û wêjeyî, nivîskarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê kir ku bi berhemên xwe yên bi hemû zimanan beşdarî mihrîcanê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA