ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-6-2020`AN
23 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Firatê bi meşekê bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helîncê yê Kobanê şermezar dike ku di encamê de 3 jin şehîd bûn. Meş ji qada Jina Azad dest pê dike, saet 10:00'an.

-Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar dixin. Saet  10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerekê li ser "Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gel" li navenda çand û hunerê ya Minbicê organize dike, saet 12:00'an.

- Tîma Bersîvdayîna Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazayan ji gorên komî didomîne. Hindik maye xebatên li Til Zêdan bidawî bibe ku du gorên din ên qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê lê hatine dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê diyar kir ku  jiyana sivîlên li herêmên dagirkirî di xeteriyê de ye û got divê leşker û çeteyên dewleta Tirk ji ber sûcên ku dikin di dadgehên navnetewî de werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku Tirkiyê cezayên Qanûna Qeyser bikar tîne da ku ajandeyên xwe pêk bîne. El-Ebid û bang li gel û pêkhateyên herêmên dagirkirî kir ku li hember siyaseta birçêkirinê ya bizanabûn, serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirina pêşîn a aliyên Kurd wekî xaleke girîng dinirxînin ku ji wê xebatên bêtir ber bi pêkanîna yekitiyê û derbaskirina hemû astengiyan ve dest pê bikin, bi şêwazekê ku aloziya Sûriyê çareser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di oxira parastina herêma Kurdistan û Iraqê de şervanên xwe da û  hîna jî dide. Li ber çavên tevahî cîhanê PKK’ê û bi baweriya xwe tegeha netewedewlet û mezhebperest derbas kir û parastina destkeftiyên gelên herêmê bi taybet gelê Iraqê kir.

- Silman Ereb pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî bi taybet bêdengiya hikumetên herêma Kurdistanê û Iraqê rave kir û got: "Berxwedana li dijî êrişên Tirkiyê erkek exlaqî, mirovî û qanûnî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakvana siyasî û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze merheleya dawîn a peymana Lozanê temam bike da ku nehêle tu blokên demokratî ava bibe û got: "Tirkiyê mîna kuliyê ku ter û hişk dide ber xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Efrînê bi vîna xwe yên xurt li hember urf û adetên riziyayî û şerên dijwar ên koçberiyê liber xwe didin. Di nav sûkan de kar dikin da ku alîkariya malbatên xwe bikin û hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe yê dagirkirî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî deh salan cotkarên gundewarê navçeya Şedadê careke din dest bi çandina sebzeyên havînê kirin. Bi taybet piştî peydakirina ava avdanê ji benda Başûr û buhabûna madeyên xwarinê ji ber hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatek efrînî bi rêya tiba xwezayî êşên pişt, romatîzm û dîsk derman dike. BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA