Gelên herêmên Firat û Cizîrê li dijî komkujiya dewleta Tirk daketin qadan

Ji bo şermezarkirina komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Helincê yê Kobanê ku duh pêk aniye û di encamê de 3 jin şehîd bûn, bi deh hezaran şêniyên herêmên Firat û Cizîrê herikîn qadan û komkujiya li dijî jinan şermezar kir.

Gelên herêmên Firat û Cizîrê li dijî komkujiya dewleta Tirk daketin qadan
24 hezîran, 2020   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan jin û şêniyên bajarê Qamişloyê li pêş navenda NY ’yê kom bûn ku kumkujiya artêşa Tirk a dagirker duh li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî û êrişên wê yên li ser Kurdistanê şermezar dikin. Xwepêşandêran wêneyên jinên ku di komkujiya Kobanê de şehîd bûne û pankartên "Xwîna şehîd û qîrîna zarokên me dê hesab ji we bixwaze" û alên Kongreya Star hildan.

Şêniyan bi dirûşman daxwaza pêwîstiya hesabxwestina ji artêşa Tirk a dagirker li ser sûcên wê ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, dikin.

Tê payîn ku Kongreya Star daxuyaniyekê der barê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helincê de bide.

Her wiha bi sedan şêniyên navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên herêma Cizîrê, bajarê Kobanê yê herêma Firatê berê xwe didin qadan ku xwepêşadanan li dar bixin.

(fr)

ANHA