'Jiyana sivîlên li herêmên dagirkî di xeteriyê de ye'

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê diyar kir ku  jiyana sivîlên li herêmên dagirkirî di xeteriyê de ye û got divê leşker û çeteyên dewleta Tirk ji ber sûcên ku dikin di dadgehên navnetewî de werin darizandin.

'Jiyana sivîlên li herêmên dagirkî di xeteriyê de ye'
24 hezîran, 2020   01:15
FÎRAS ÎBRAHÎM – ŞEHBA

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–Sûriyên Îbrahîm Şêxo ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî sûcên herî qirêj li dijî sivîlan pêk tînîn.

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin û xwestina fidiyan li dijî sivîlan ji zêde kirine.

'SÛCÊN DEWLEETA TIRK ÊN LI EFRÎN NAYÊN XEYAL KIRIN'

Şêxo anî ziman: "Efrîna  dagirkerî herî zêde para xwe ji sûcên dewleta Tirk a dagirker girtiye. Ji ber ku sûcên têne kirin nayên xeyalkirin . Dagirker li Efrînê bi awayekî rojane û bi zanebûn sûcan li dijî niştecihên resen pêk tînin, bêyî ku ti kes hesab ji wan bixwaze. Li hemberî van jî cîhan bê deng e."

Şêxo da zanîn ku di 21`ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li nêzî baregeheke xwe li bajarê Babê zarok tirsandin, gule li hewa reşandin û 15 kûçikên polîsî berdan, di encama wê de zarok bi giranî birîndar bû.

Îbrahîm Şêxo di axaftina xwe de serpêhatiya malbatekê ji gundê Ifraza yê girêdayî navçeya Mabatayê parve kir, ji ber sedemên ewlehiyê nasnameya malbatê eşkere nekir.  Şêxo derheqê vê serpêhatiyê de ev tişt parve kir: "Çeteyan zêdetirî careke bavê wan revand. Da ku nêzî 1 milyon lîre Sûrî ji wan bistîne.  Her wiha kurê mezin ê malbatê zêdetirî 5 revand û hemû cure îşkence lê kirin."

'SIYASETÊN TIRKKIRINÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFÎ DIDOMIN'

Îbrahîm Şêxo wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina bakurê Sûriyê ew e siyaseta tirkkirinê xurt bike, guhertina demografî berdewam bike da ku wê ji xaka Sûriyê qut bike. Mînak wê jî ku çeteyan pereyên Sûrî li bajarê Idlibê şewitand û nahêle kes bikar bîne. Her wiha pereyên Tirkiyê li sûkên li herêmên dagirkî ferz dike."

Şêxo destnîşan kir ku divê civaka navnetewî zanibe ku dewleta Tirk dîwarê parçekirin û qutkirinê li herêmên Şêrawa, navçeya Bilbilê û Şera lêdike da ji xaka Sûriyê qut bike û mîna sînaroya Lîwa Iskenderon tev li xaka Tirkiyê bike.

Şêxo îşaret bi sûcên dewleta Tirk kir û diyar kir ku sûcên dewleta Tirk di aliyekî tenê de sînordar nemaye û ev tişt diyar kir: "Sûcên dewleta Tirk hemû aliyên aborî ji diziya şûnwaran di nav xwe de digire.  Di demên dawîn de teqîn zêde bûn ku jiyana sivîlan dixe xeteriyê. Li tevahî herêmên dagirkirî alozî û tevlihevî heye."

Îbrahîm Şêxo got sûcên ji aliyê komên çete ve pêk tên raste rast bi fermanên ji istixbaratên Tirkiyê pêk tên, armanc jê niştecihên resen neçar bikin û dev ji mal û warên xwe berdin.

Şêxo destnîşan kir ku li hindek herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî niştecihên pêk tîne tu kes der barê wan de nizane ji ber istixbaratên Tirkiyê li wan herêman belav dibin û sûc bi awayekî veşartî têne kirin.

'LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇETEYÊN DAIŞ`Ê BELAV DIBIN'

Der barê belavbûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkî de hiqûqnas Îbrahîm Şêxo anî ziman ku beriya çend rojan balafirên keşfê yên Koalisyona Navnetewî  li bajarê Babê motorsiklêtek çeteyan bombeberan kir, motorsiklêtê du serçeteyên rêxistina terorîst ku nasnameyên Tirkiyê bi wan re bûn li ser bûn û ev yek diyar dike ku têkiliyên dewleta Tirk yekser bi çeteyên DAIŞ`ê re hene.

Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk îdia dike ew çeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî dişopîne û wan tine dike lê belê di rastiyê de ew çete ejindeyên dewleta Tirk li herêmê pêk naynin û ji bo şer naçin Lîbyayê.

Beriya mehekê balafireke keşfê ya Koalisyona Navnetewî erebeyeke veuhestina çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li deriyê Xezawiyê yê girêdayî  navçeya Şêrawa ya Efrînê kir hedef.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ`ê û komên çete li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê perwerde dike û wan ji bo şer dişînin Lîbya, Sûriyê û herî dawî Yemenê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–Sûriyê hiqûqnas Îbrahîm Şêxo di dawiya de bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî, rêxistinên parastina jin û zarokan kir ku hesab ji dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bixwazin û wan di dadgehên navnetewî darizînin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PPD2ueijpEk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>