Li Lubnanê xwepêşandan berdewam dikin

Xwepêşandêrên Lubnanê li pêşiya têketina Qeser Edlê ya Terablusê protosto kirin û banga serbestberdana 28 girtiyan kir.

Li Lubnanê xwepêşandan berdewam dikin
23 hezîran, 2020   13:03
BEYRÛT

Xwepêşandêr li pêşiya têketina Sendîkeya Parêzeran û Qeser El-Edil belav bûn û xwestin rêya Qeser El-Edil bi konteynirên çopê qut bikin.

Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina gendeliyê û têkçûna pereyê welêt berz kirin û banga berdewamkirina şoreşê kir, her wiha bang li Sendîkeya Parêzeran kirin ku tev li çalakiyê bibin.

Hêzên ewlekariyê û artêş hatin devera protostoyê, hin ji xwepêşandêran konteynirên çopê şewitandin û kon vedan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FF07zNoHf9Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>