Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê daketin qadan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistnanê şermezar kirin.

Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin
Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin
Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin
Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin
Li Til Koçerê banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin
23 hezîran, 2020   13:01
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, di heman demê de gundên sivîl lê dimînin dike armanc. Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî êrişan daketin qadan.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan rakirin, sloganên "Na ji dagirkeran re" û"Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Meş li naverasta navçeyê veguherî mîtingê. Di mîtîngê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê Qehreman Mihemed axivî û banga bilindkirina asta têkoşînê kir. Qehreman Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, sivîlên Mexmûrê, Şengalê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got ew ê piştgiriya gelên li başûrê Kurdistanê bikin.

Meş bi sloganên "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA