Ji Komkara Erebî bendên çareserkirina aloziya Lîbyayê

Meclisa Komkara Dewletên Erebî ji bo nîqaşkirina doza Lîbyayê li ser asta wezîrên derve civînek bi rêya vîdyo li dar xist. Di dawiya civînê de wezîran 14 bend ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê danîn.

Ji Komkara Erebî bendên çareserkirina aloziya Lîbyayê
23 hezîran, 2020   14:18
QAHÎRA

Li ser daxwaza Misirê ji bo nîqaşkirina rewşa Lîbyayê, Meclisa Komkara Dewletên Ereb li ser asta wezîrên derve civînek bi rêya vîdyo ji bo nîqaşkirina doza Lîbyayê li dar xist. Wezîrê Karê Derve yê Oman civîn bi rêve bir. Di dawiya civînê de wezîran 14 bend ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê danîn.

Bend wiha ne:

Benda 1: Divê biryarên berê yên girêdayî Lîbyayê yên ku meclisê dane pêk werin, herî dawî biryarên Lûtkeya Ereb a sala derbasbûyî li Tunisê hatin girtin.

Benda 2: Yekitî û serdestiya Lîbyayê werin parastin. Pêwîste rolên dewleta niştîmanî ya Lîbya û saziyên wê di xizmeta gelê Lîbyayê de vegerin û mudexeleyên derve werin rawestandin.

Benda 3: Aloziya Lîbyayê bi awayekî siyasî were çareserkirin, ji bo lihevkirina siyasî ya El-Sixêrat pêk were piştevanî bi meclisê re were kirin.

Benda 4: Divê dewletên cîranê Lîbyayê rolek erênî di vî warî de bilîzin û di nav de koordîne bikin ji bo ku aloziya Lîbyayê bidawî bibe.

Benda 5: Meclisa Wezîranê Ereb mudexeleyên derve yên ku derbaskirina çekdarên tundraw û terorîstên biyanî ji Lîbyayê hêsan dikin red dikin.

Benda 6: Çareseriya tenake ya vegera ewlehî û armaniyê û tunekirina terorê çareseriya siyasî ya di navbera hemû aliyên Lîbyayê de ye. Destwerdana leşkerî ya derve aloziya Lîbyaê gûrtir dike û ewehî û aramiya htevahî herêmê di nav de ya Navîn dixe xeteriyê. Lewra dive şerê leşkerî were rawestandin.

Benda 7: Tevahiya mudexeleyên derve yên ku qanûnên û pîvanên navdewletî binpê dikin û rolek di belavkirina milîsên çekdar dilîzin redkirî ne. Divê tevahiya hêzên biyanî ji Lîbyayê û ava herêmî ya Lîbyayê vekişin. 

Benda 8: Divê aliyên Lîbya û yên navdewletî bi awayekî erênî însiyatîfên Qahîra, encamên kongreya Berlînê û tevahiya gerên navdewletî û navneteweyî yên ku çareseriyên siyasî ji aloziya Lîbyayê re pêşkêş kirine,

Benda 9: Piştgiriya xebatên şandeya NY`yê ji Lîbyayê re were kirin ku çareserkirina aloziya Lîbyayê bi rêya her sê geran, kongreya Berlînê û biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 2510 armanc dike .

Benda 10: Divê agirbest yekser pêk were. Divê aliyên nakok bigihêjin lihevkirineke domdar û wê lihevkirinê pêk bînin. Xebatên danûstandinên Komîteya Leşkerî ya 5+5 ya Cinevê bi sponseriya NY`yê werin temamkirin û bilez vegerin danûstandinên çareseriya siyasî û gerên girêdayî wê bidomînin. Da ku alozî bi temamî çareser bibe ji bo ku hilbijartin pêk werin û dewletek demokratîk û sivîl ava bibe.

Benda 11: Divê NY û civaka navdewletî tevahiya aliyên derve neçar bikin ku çeteyan ji Lîbyayê derxînin. Saziyên leşkerî û ewlehî li Lîbyayê di çarçoveya çareseriyek siyasî de bikin yek. Li gorî encamên kongreya Berlînê milîsan ji hev bikin û divê ew milîs çekên xwe radest bikin.

Benda 12: Tevahiya binpêkirinên mafên mirovan werin şermezarkirin.

Benda 13: Rola Komkara Dewletên Ereb di xurtkirina şêwiriyê û koordîneyê di navbera dewletên endam de girîng e, da ku bigihêjin çareseriyek siyasî giştî ji aloziya Lîbyayê re. Divê xebatan di çarçoveya komîteya çaralî û koordînekirina bi hevalbendên din ên têkildarî karûbarên Lîbyayê bi taybet Yekitiya Afrîka û Ewropa were domandin.

Benda 14: Divê sekreterê giştî ya Komkara Ereb pêkanîna vê biyarê bişopîne û raporên girêdayî wê ji meclisê re pêşkêş bike. Têkiliyên xwe di vî warî de bi sekreterê giştî yê NY û aliyên din ên Lîbyayê re bidomîne û rola kombûnê ji bo derbaskirina astengiyên ku rastî pêkanîna lihevkirina siyasî ya Lîbyayê tên, xurt bike.

(şx)