‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi çalakiyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û pêkanîna komkujiyan şermezar kirin. Şêniyan got dewleta Tirk êrişî hemû gelên herêmê dike û divê li hember wan berxwedan hebe.

‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
‘Êrişên dewleta Tirk rûyê rast ê Erdogan nîşan da’
23 hezîran, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Kurdistanê didomîne.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, meşek li dar xist.

Malbatên şehîdan û bi sedan pêkhateyên navçeyê tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîdan hatin hildan. Di meşê banga xurtkirina berxwedan û têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bike.

Piştî meşê li sûka navçeyê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hikmet El-Hebîb bi navê malbatên şehîdan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk tevgera rizgariya Kurdistanê ku baweriya wê bi biratiya gelan tê, ji bo rizgarkirina hemû gelan û avakirina civakeke demokratîk tê dikoşe, dike hedef.

El-Hebîb destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên dawîn qirkirina gelê herêmê ye û divê civaka navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker bisekine.

Her wiha ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Birûsk Silêman bang li ciwanên Kurdistanê  li tevahî cîhanê kir ku têkoşîna li hember dewleta Tirk a dagirker bilind bikin û îşaret bi girîngiya xurtkirina têkoşîna li hember êrişên dagirkeran kir.

TIL HEMÎS

Meş ji aliyê meclisa malbatên şehîdan a navçeyê ve hat lidarxistin. Pêkhateyên Ereb, endamên saziyên rêveberiya xweser û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tev li meşê bûn. Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên şermezakririna bêdengiya navneteweyî der barê êrişên dewleta Tirk de hatin hildan, her wiha dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeran ên li dijî gelê Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê hatin berzkirin. Di meşê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst gefan li ewlehiya cîhanê dixe û divê li hember terora wê were sekinandin.

Her wiha wêneyên şehîdan, ala QSD`ê û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Meş li qada şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen wiha axivî: "Dewleta Tirk gefan li tevahî herêmê dixe û artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike."

Masûm Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tu ferqê naxe navbera pêkhateyan, xetereya wê li ser hemû gelan heye ne tenê li ser Kurdan û wiha pê de çû: "Îro kesên ku parastina nirxên gelan dikin, Kurd û têkoşerên Ereb in. Divê li hember dewleta Tirk were sekinandin. Dewleta Tirk li ser esasê dizî, talankirin, rijandina xwînê û tunekirina çanda gelan hatiye avakirin û mînaka wê jî komkujiyên li dijî Ermen û Suryanan in."

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ehmed El-Husnî diyar kir ku dewleta Tirk rûyê xwe yê rast di kuştina sivîlan de derxist holê û ev yek bi rêya êrişên li ser Şengalê, kampa koçberan a Mexmûrê û topbarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir.

REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê li nêzî Baxçeyê Reşîd kom bûn û dest bi meşê kir. Şêniyên Reqayê pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelan rakirin û sloganên "Bimire Tirkiya faşîst" û "Divê hesab ji Erdogan were xwestin" berz kirin.

Meş li Qada Çerxerêya Neîm veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan axivî û qala rola rejîma Tirkiyê û AKP`ê di krîzên Rojhilata Navîn de kir. Qeftan bal kişand ser girîngiya diyalogên sûrî û diyar kir ku bi diyalogan aloziya Sûriyê bi dawî dibe û Tirkiya dagirker jî ji Sûriyê derdikeve.

Mîtîng bi sloganên şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk û dagirkirina wê ji herêmên Sûriyê re, destwerdana di kar û barên dewletên din de bi dawî bû.

(bx-eh)

ANHA