Zeyneb Celaliyan 4 roj e di greva birçîbûnê de ye

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li dijî veguhastina xwe ya ji girtîgeha Xoyê û rewşa xwe ya tenduristî ku bi vîrusa koronayê ketiye, ev çar roj e li girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Zeyneb Celaliyan 4 roj e di greva birçîbûnê de ye
23 hezîran, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Zeyneb Celaliyan piştî ku 21’ê Gulanê ji girtîgeha Xoyê veguhastin girtîgeha Qerçek a nêzî Tehranê, bi Koronavîrusê (Covid-19) ket.

Girtîya siyasî Zeyneb Celaliyan ev çar roj e di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê ya tenduristî roj bi roj xerabtir dibe, ji ber ku piştî bi vîrusê ketiye, nahêlin derman bibe.

Parêzera bi navê Suheyla Hicab jî li gel Celaliyan di girtîgehê de dimîne, bi tomarek dengî ragihand ku li gel Zeyneb Celaliyan ev çar roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li aliyekî din jî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 7’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa Zeyneb Celaliyan di xetereyê de ye û rejîma Îranê girtîgehan wek odeya îşkencekirina girtiyên siyasî bi kar tîne, nexasim ji bo jinan. Rejîma Îranê bi van kiryaran hewl dide vîna siyasî û azadiyê tune bike.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û têkoşerên azadîxwaz û rêxistinên jinan kir ku têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de bê deng nemînin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 salen e di girtîgehê de ye. Di vê demê de îşkenceya derûnî û fizîkî gelek bandor li tenduristiya wê kir. Rejîma Îranê 2007`an hikumê îdamê li Zeyneb Celaliyan birî, lê paşê hikumê muebed lê hate birîn.Di demên dawîn de jî ji ber ku di girtîgehê de zêde îşkence lê tê kirin, rewşa wê ya tenduristiyê xerab e.

 (eh)