Welîd Muallîm: Em fêrî cezayan bûne, Tirkiye êrişî dewletên Ereban dike û dagir dike

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muallîm dewleta Tirk ji ber tevgera wê ya li herêmê tawanbar kir û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê wek dagirkerî bi nav kirin, her wiha piştgiriya hikumeta Sûriyê ji Misirê û artêşa Lîbyayê re piştrast kir û got "Qanûna Qeyser bandoreke mezin li gelê Sûriyê dike lê em hînî cezayan bûne."

Welîd Muallîm: Em fêrî cezayan bûne, Tirkiye êrişî dewletên Ereban dike û dagir dike
23 hezîran, 2020   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Welîd Muallîm îro di civîneke çapemeniyê de li paytexta Şamê Sûriyê axivî û got Qanûna Qeyser li ser gelê Sûriyê bandoreke mezin e lê ew fêrî cezayan bûne.

Muallîm got rêya diyalogên bi “hevalan” re dê tedbîrên têkoşîna li dijî Qanûna Qeyser a Amerîkayê û cezayan bigirin û li hember bisekinin.

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî wezîrê karên derve yê Sûriyê daxuyand ku ew piştgiriya artêşa nîştimanî û saziyên Lîbyayê dikin, yekitiyê û serweriya xaka Lîbyayê diparêzin. Muallîm destnîşan kir ku Sûriye li Misirê piştgiriya “birayên” xwe dike û destekê dide ewlehiya nîştimanî ya Misirê, her wiha hewcedariyên Misirê çi bin ew amade ne alîkariyê bikin.

Welîd diyar kir ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir dike, dîrokê ew fêr kirine ku gelên ji bo azadiya xwe li ber xwe didin û serweriya xwe diparêzin, ew ê bi bi ser bikevin. Welîd Muallîm êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî bi dagirkirinê bi nav kirin û got Tirkiye dixwaze hedefên Osmaniyan dubare bike.

 (eh)