​​​​​​​Siyasetmedarên lîbyayî û misirî: Misir dest ji Lîbyayê bernade

Siyasetmedarên lîbyayî û misirî Tirkiye wek dewletek dagirkerê Lîbyayê hesibandin û gotin: “Tirkiye tu giringiyê nade hikumeta Wîfaq, tenê ji bo timatiyên xwe bikar tîne. Pêwîste lihevkirina hevkariya hevbeş a di navbera her du welatan de pêk were. Misir dev ji gelê Lîbyayê bernade û dê wan li hemberî timayan biparêze.”

​​​​​​​Siyasetmedarên lîbyayî û misirî: Misir dest ji Lîbyayê bernade
23 hezîran, 2020   02:23
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di 6`ê Hezîranê de însiyatîfa Peymana Qahîra ragihand. Da ku bigihêjin çaresereyeke siyasî ji aloziya Lîbyayê re. Lê mudexeleya Tirkiyê di vî welatê Ereb de bi rêya şandina çek û çeteyan ranewestî. Ji ber wê El-Sîsî neçar man helwestek ji berê cidîtir bigire(nîşan bide).

EL-SISÎ LI SER SÎNORÊN LÎBYAYÊ: MUDEXELEYA ME ÊDÎ REWA YE

El-Sîsî dema rewşa leşkerên li herêma rojava ya leşkerî li nêzî sînorên Lîbyayê  dişopand got: "Mudexeleya yekser a Misir êdî li ser asta navdewletî rewa ye. Çi di çarçoveya hevpeymana NY(mafê parastina rewa) yan jî li gorî desthilata rewa ya tekane ya ku gelê Lîbyayê hilbijartiye(Parlamantoyê) de."

El-Sîsî destnîşan kir ku ew ji mudexeleya di Lîbyayê de armanc dikin sînoran dabîn bikin, şer rawestînin û rê li pêşiya mudexeleyên biyanî di Lîbyayê de bigirin û rijandina xwîna birayên Lîbyayî rawestînin.

DAXUYANIYÊN EL-SÎSÎ PIŞTGIRIYA GEL WERGIRTIN

El-Sîsî rastî piştgiriyek mezin li hundir û derveyî Lîbyayê girt. Bi sedan şêniyên bajarê Sirtê ji bo piştgiriya însiyatîfa Misirê û redkirina mudexeleya Tirkiyê daketin qadan.

Xwepêşendaran wêneyên fermandarê herî bilind ê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Xelîfa Haftar û pankartên bi nivîsên `Sirt qebîleyek e`, `Bijî artêş û polîs`, `Bijî fermandariya gistî`, `Ji mêtingeriya Tirk a hov re na` û `Sirt ji Tirkan re asê ye` hildan.

‘TIRKIYE HÊZEK DAGIRKER E’

Girêdayî mijarê Dr.Remadan El-Behbah balyozê Lîbya yê berê li Hindistanê got serokê Misir Ebdulfetah El-Sîsî baş ketiye ferqê ku tirk di Lîbyayê de `hêzek dagirker e`. Tu girîngî nadin hikumeta Wîfaq a ajan. Hebûna wan li Lîbyayê ne ji bo piştgiriya wê hikumetê ye, lê belê ji bo talankirina berhemên binerd ên gelê Lîbyayî û vejandina aboriya Tirkiyê ya ku hilweşiye li ser hesabê xizankirina gelê Lîbyayê ye.

El-Behbah di hevdîtinek taybet de bi ANHA`yê re destnîşan kir ku Misir ketiya ferqa van rastiyan û baş dizane ku gelê Lîbya rastî komployek navdewletî ji hêla dewletên mêtinger ve hatiye. Dizanin ku dagirkirina Lîbyayê bi armanca hejandina ewlehiya Misirê û dorpêçkirina wê ji aliyên jiyosiyasî ye da ku serê wê bişkînin û perspektîvên xwe li ser ferz bikin ji bo ku projeya Rojhilata Navîn a Nû qebûl bike. Misir tê gihiştiye ku parçekirina welatên Ereb rêzeke fîlmeke ku li ber sînorên dewletek diyar bidawî nabe lê belê tevahiya dewletên Ereb armanc dike.

DESTNÎŞANKIRINA PÊWÎSTIYA PÊKANÎNA LIHEVKIRINA PARASTINA HEVPAR

Balyozê Lîbyayê yê berê li Hindistanê destnîşan kir ku gotinên El-Sîsî diyar bûn. Artêşa Misir tenê li ser daxwaza gelê Lîbyayê ya ku qebîle û hêzên çekdar nûnertiya wî dike,  dê mudexele bike. Rola wê jî parastina ewlehî, jiyana û rûmeta  gelê Lîbyayê ye. Ew ne hêzek dagirker e û tenê bi armanca pêkanîna armancê Misirê mudexele dike, lê belê piştevanê gelê Lîbyayê ye yê ku dewletên mêtinger ew xapandin.

El-Behbah bal kişand ser ku axaftina serokê Misir li gorî hêviyên gelê Lîbyayê li dijî dijminan bû. Her wiha destnîşan kir ku dema çalakirina lihevkirinên parastina hevpar di navbera Misir û Lîbyayê de hatiye û got: "Ewlehiya gelê Lîbya ji ewlehiya gelê Misirê ye û berovajî wê rast e. Piştgiriya gelê Misirê ji birayên xwe li Lîbyayê destûra hêzên derve naxwaze. Ev biryarek girêdayî gelê Lîbyayê ye."

El-Behbah bang li saziyên siyasî û civakî yên Lîbyayê kir ku piştgiriya gava ku serokê Misirê ragihandiye bikin.

‘MISIR DÊ GELÊ LÎBYAYÊ BIPARÊZE’

Lêkolînerê Misirî û pisporê karûbarên Afrîka Îslam Necim El-Dîn got xîtaba El-Sîsî xetên ewlehiya neteweyî ya Misirê xêz dike û destnîşankirinek xurt e ji hêla Misir ve ku ji sînorên xwe yên erdnîgarî paşde venakşe. Her wiha ew ê gelê Lîbyayê ji her mudexeleyek hov û timaker biparêze.

Necim El-Dîn îşaretpê kir ku El-Sîsî di xîtaba xwe de diyar kir ku Misir a ku hertim piştvanê Lîbyayê bû, dev ji gelê Lîbyayê ji ber timayên Tirkan di berhemên wê de bernade. Dûrxistina qebîleyên Lîbyayê, xelayek tirkî ye. Misir rê nade her hewldanek kontrolkirina kevana petrol û Sirtê.

Necim El-Dîn di hevdîtinek taybet de bi ANHA`yê re anî ziman ku Misir destwerdanê nake, lê belê lihevkirinên parastina hevpar a ku parlamantoya Lîbya ya rewa bi Misirê re mohr kirine, çalak dike û got: "Lîbya tu carî dev ji Misirê berneda lewra Misir jî dev jê bernade."

Di dawiyê de Necim El-Dîn bibîr xist ku yekitiye leşkerî û peyama El-Sîsî ji hêzên çekdar re, ji fermanderê giştî yê hêzên çekdar derdikeve. Ew jî zelal û diyar e da ku şaş neyê naskirin. Ew jî tiştek ji bo El-Sîsî normal e. Necim El-Dîn got El-Sîsî destnîşan kir ku artêşa Misirê ji tu hêzeke herêmî natirse û kesek nikare serê wê bitewîne.

(şx)

ANHA