​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin

Ji 8 mehan ve gundê Um El-Xêr ê ku dikeve xeta temasê rastî topbaranê tê. Tevî wê jî ji gundê xwe dernakevin û berxwedan hilbijartine. Şênî dibêjin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji zêdetirî 8 mehan ve gund topbaran dikin. Sivîlan dikin hedef û quta rizqê me talan dikin."

​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
​​​​​​​Ruxmî sûcên dagirkeran dest ji gundê xwe bernadin
23 hezîran, 2020   00:20
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên qaşo bi nave Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ji zêdetirî 8 mehan ve sûcên xwe li dijî sivîlên gundên nêzî xetên temas ên li navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê didomînin.

Ew gund hema bêje rojane rastî topbaranê tên, tevî vêxistina şewatan û talankirina milkên sivîlan.

Ji wan gundan gundê Um El-Xêr li başûr rojavayê navçeya Til Temirê li nêz rêya navdewletî M4 ye. Şêniyên gund ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re behsa azarên xwe yên ji ber hedefgirtina dagirkeriyê kirin.

Şêniyê binavê Ehmed El-Hedad got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan gund topbaran kirin. Ji ber wê em neçar man tevî pez jê derkevin. Di gund de zarok û kesên temenmezin hene. Topbaran jî sivîlan û hêzên leşkerî ji hev cuda nake. Beriya demekê artêşa Tirk a dagirker sewalên me ji rêya navdewletî M4 dizîn."

Ehmed El-Hedad bal kişand  ku artêşa Tirk  û çeteyên wê armanc dikin derbasî herêmê bibin, sûcan li dijî sivîlan pêk bînin û jêdera qutên wan qut bikin.

Şêniyê bi navê Ebdulbasit El-Ibêd ji şêniyên gundê Um El-Xêr e dibêje: "Rewşa me li gund ji ber topbarana dagirkeriya Tirk a domdar ne baş e. Piraniya şêniyên gund ber bi herêmên ewletir ve koçber bûn. Piraniya wan li navendên bajarê Hesekê dimînin. Ruxmî ku kesên temenmezin di gund de mane, lê em li ber xwe bidin. Berê me di nav aramî û ewlehiyê de bûn. Lê bi nêzîkbûna arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê re ji gund re, sûcên wan li dijî sivîlan destpê kirin û êdî ewlehî li herêmê nema.”

El-Ibêd di dawiyê de got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mafên sivîlan binpê dikin, sewal û milkên wan didizin, gund topbaran dikin û zeviyên çandiniyê dişewtînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/udySlQPJ3qE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>