Mewsima çinînê li gorî par bi zirarên herî kêm bidawî dibe

Rêjeya zirarên cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatan li gorî par kêm bû. Cotakaran û Rêveberiya Xweser sedema vê yekê vegerandin hevkariya di navbera her du aliyan de.

Mewsima çinînê li gorî par bi zirarên herî kêm bidawî dibe
22 hezîran, 2020   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Zeviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zanabûn ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin şewitandin. Her wiha hinek zevî ji ber pirsgirêkên ku di patozan de derketine û çirûskên şatmanên erebeyan şewitîn.

Li gorî serjimariya Desteya Aborî û Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala par ji ber şewatan zêdetirî 435 hezar û 500 donim zeviyên danû baqulî şewitîn, 14 kesên sivîl, leşker û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên tîmên agirkujiyê dema şewat vedimirandin şehîd ketin.

Bi destpêkirina dema çinîna hilberînê re Rêveberiya Xweser bi hevkariya cotkaran û xwediyên zeviyan re û piştgiriya Hêzên Parastina Civakê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl da zeviyan ji şewatan biparêze.

Li gorî ku rayedaran destnîşan kirine, zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakê û Hêzên Ewlekariya Hudnirîn  li rex cotkaran û xwediyên zeviyan tev li parastina zeviyan bûn.

Rêveberiya Xweser jî bi rêya saziyên xwe rêze tedbîr ji bo ku rê li pêşiya rûdana şewatan bigire girtin. Dermanên li dijî şînatiyên li ser aliyên rêyên sereke reşandin da ku şînatiyên bi strî tune bike.

Her wiha zêdetîr hezar amûrên agirvemirandinê yên destan li cotkaran belav kirin bi taybet herêmên nêzî sînor û rêyên sereke. Hejmara erebeyên agirkujiyê zêde kirin û li ser rêyên sereke û zeviyên çandiniyê belav kirin.

Ruxmî tedbîrên Rêveberiya Xweser û saziyên ewlekarî û leşkerî girtine, lê dîsa jî şewatan zirar gihand zêdetirî 135 hezar û 40 doniman. Piraniya şewat li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, herêmên Cizîr û Firatê bûn. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn agir bi nav zeviyan xistin û nehiştin şênî û tîmên agirkujiyê şewatan vemirînin.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serjimariya rûberên ku hatine şewitandin wiha ye: "Li herêma Firatê zêdetirî 60 hezar donim, li herêma Cizîrê zêdetirî 60 hezar û 500 donim, li bakur, rojhilat û rojavayê gundewarê Dêrazorê 14 hezar donim, li gundewarên Reqayê 500 donim û li bajarê Reqayê 40 donim."

Cotkarên zeviyên nêzî herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, texmîn kirin ku ji ber şewatan derdora 100 hezar donim şewitîne.

Cotkar sedema kêmbûna asta şewatan û zirarên xwe vedigerînin tedbîrên ku Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe ji destpêka mewisma çandiniyê ve girtine û nobetdariya domdar a hêzên ewlekariyê.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku asta têgihiştina civakî û kombûna gel li dora rêveberiyê tevî destek û hevkariya di navbera rêveberî û cotkaran de rolek di kêmkirina şewatan û zirarên wê de lîstin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gcxrLVypNz4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>