ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2020`AN
22 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Til Hemîs û Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandanan li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şewatên zeviyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Şêniyên ku zeviyên wan şewitîn, daxwaza wan çi ye, Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê alikariya cotkaran bike û li dijî êriş û şewatê tedbîrên QSD’ê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şikandina keyzbaziyê apê Îbrahîm di hewşa mala xwe de baxçeyek daniye, tê de her cure zebze û fêkî çandiye. Li gorî çandiniyê sewalan xwedî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ev 8 mehin topbarana li ser gundê Um El-Xêr didome, şênî berxwedaniyê li ser derketinê ji warê xwe girtin û dibêjin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev zêdeyî 8 mehan bi domdarî gund toparan dikin û dexl û danên wan talan dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Siyasetmedarên lîbyayî û misirî Tirkiye wek dewletek dagirkerê Lîbyayê hesibandin û gotin: “Tirkiye tu giringiyê nade hikumeta Wîfaq, tenê ji bo timatiyên xwe bikar tîne. Pêwîste lihevkirina hevkariya hevbeş a di navbera her du welatan de pêk were. Misir dev ji gelê Lîbyayê bernade û dê wan li hemberî timayan biparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegerekî misirî got: "Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî li ser sînorê Lîbyayê peyamek da Tirkiyê. Di  peyamê de dibêje ku projeya dewleta Tirk a mêtînger a pişta xwe dide çete û hêza çekdar ên li Lîbyayê ne derbasdar e û bi ser nakeve." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li herêma başûrê Kurdistanê Silava Silêman got: “Armanca dewleta Tirk ji kiryarên derexlaqî qirkirina etnîkî ya Kurdan e.  Em bang li hêz û partiyên siyasî yên kurdî dikin ku xwedî yek peyam bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmendarên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî êrişên Tirkiyê bi tundî rexne kiri û gotin dvê yekitiya netewî ya Kurdî were avakirin da ku ji siyasetên dijberên doza Kurd re bibe bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Rêjeya zirarên cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatan li gorî par kêm bû. Cotakaran û Rêveberiya Xweser sedema vê yekê vegerandin hevkariya di navbera her du aliyan de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Efrînî yên li Şehbayê di nava baxçeyan de bi awayekî koolektîf kar dikin da ku barên bilindbûna buhayan kêm bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Saziya Meteryalan a herêma Cizîrê dest bi xebata hûnandin û amadekirina meteryalên refa 12’an kir ku xwe dispêre bingeha meteryalên berê û temamkirina merheleyên xwendinê yên derbasbûyî ye. Her wiha di radeya yekemîn de meteryal xwe dispêre mîrasa çand û civakî, hevbeşiya di navbera her sê pêkhateyên herêmê de.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA