'Xîtaba El-Sîsî peyamek da Tirkiyê  ku li Lîbyayê biser naveke'

Rojnamegerekî misirî got: "Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî li ser sînorê Lîbyayê peyamek da Tirkiyê. Di  peyamê de dibêje ku projeya dewleta Tirk a mêtînger a pişta xwe dide çete û hêza çekdar ên li Lîbyayê ne derbasdar e û bi ser nakeve."

'Xîtaba El-Sîsî peyamek da Tirkiyê  ku li Lîbyayê biser naveke'
23 hezîran, 2020   05:35
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Hê jî bertekên lîbyayî û navneteweyî li ser xîtaba serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî ya di gera li ser artêşê de li herêma rojava ya bi ser sînorê Lîbyayê ve hene. El-Sîsî gotibû: "Çi destwerdana yekser a Misirê li Lîbyayê êdî li gorî rewabûna navneteweyî di çaroveya mîsaqa NY’yê ya mafên xweparastinê ne yan jî li gorî li gorî desthilata rewa ye."

Xîtaba El-Sîsî pêşwaziyeke li ser asta Lîbyayî û navneteweyî girt, her wiha piranî dewletên Ereb piştgirî dan xîtabê.

Girêdayî mijarê, nivîskar û rojnameger ê misirî Mehmûd Besyonî got: "Xîtaba El-Sîsî îşaretê bi tevgereke stratejîk dike ku pêşdeçûnên rewşên Lîbyayê li ser Misirê bi taybet ferz dike, nexwasim bi derketina berjewendiyên mêtîngerî yên Tirkiyê di bergehemên gelê Lîbyayê de."

Besyonî îşaret pê kir ku beriya vê tevgerê, sînyalên girtîntir hebûn, ya sereke peymana Tirkiyê ya bi hikumeta Wîfaqê re ya der barê nexşekirina sînora deryayî de ku Misirê red kir û piştrast kir  ku ev peyman "qanûna nevneteweyî binpê dike."

Besyonî got: “Xîbata El-Sîsî ya girêdayî amadekariyên bi temamî yên artêşa Misirê ji bo pêkanîna erkê di hundir û derveyê sînorê Misirê de nameyek ji hemû aliyên ku bi aloziya Lîbyayê dilîzin e. Her wiha namyek ji bo kesên ku xeyal dikin  ku dê karibin  ji mijûlbûna cîhanê sûdê bigirin û xaka Lîbyayê dagir bikin, e. Di xîtabê de jî hat destnîşankirin ku Misir hêzeke herêmî ya zane ye ku ji bo aştiyê tev digere, lê belê li hember tu gefên li ser ewlehiya wê bê deng namîne. Her wiha peyameke ji tevahî aliyan re ye ku zêdegaviyên Tirkiyê di gefxwarinên Lîbyayê de dê herêmê ber bi nakokî û şerekî dijwar ve bibin ku gefan li ewlehî û aştiya herêmê dixwe."

Besyonî diyar kir ku Misir bêyî piştevaniya rewabûna navnetewyî û qanûna navneteweyî di dosyaya Lîbyayê de tev nagere, destpêkê jî ji ber ku gefên yekser li ser ewlehiya wê ya nîştimanî ku El-Sîsî xeta Sirt-Cefra diyar kirine. Her wiha rewabûna tevgerê jî dê xwe bispêre parlamentoya Lîbyayê ku yekane ji hêla lîbyayan ve hatiye hilbijartin û alîgiriya qebîleyên Lîbyayê.

Di xîtabê de hat gotin ku dê Misir li hember projeyên mêtîngerên nû  bisekine yên ku pişta xwe didin çete, terorîst û hêza çekan û dê bibe şirîkê ferzkirina aramî, ewlehî û avakirina saziyên Lîbyayê piştî agirbestê. Ew jî girêdayîna Misirê bi çareya siyasî wek bijarteya stratejîk a garantor ku nûnertiya tevahî aliyên Lîbyayê aşkera dike.

Besyonî bal kişand  ku Misirê ji kêliyn yekemîn de çareyên siyasî hilbijart û piştevanî saziyên navnetewyî yên Lîbyayê yên rewa bû mîna parlamentoyê, kir. Her wiha ragihandina Qahîrayê hewldana dawîn a lêkolîna aştî û nespartina hêza leşkerî ye. Lê belê dewleta Tirk bi israr e ku bi rêya milîsên çekdar û endamên çeteyên terorîst ku ji Sûriyê ji pêş çavên tevahî cîhanê veguhastine Lîbyayê aloziyê kûrtir bike û li ser Misirê tê ferzkirin ku parastina sînora xwe ya rojava û kûrahiya stratejîk ji gefên wan çeteyên terorîst biparêze.

Besyonî wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Pêşandana leşkerî ya ku Misirî pêk aniye, peymanek ji projeya Osmanî ya tirkî bû ku li Lîbyayê bi ser nakeve. Di heman demê de vê peyamê dide ku Misir qebûl nake Tirkiye hêzên xwe yên çekdar bêyî tu bersivdaneke leşkerî ya tund ku parastina ewlehiya nîştimanî ya Misirê bike, bi kar bîne. Her wiha Misir Lîbya û gelê wê bi tenê nahêle ku fena sêwiyan birîndar bimînin, têkiliya Lîbya û Misirê dihêle ku hêzên çekdar bi lez tev bigerin ku parastina gelê Lîbyayê bikin. Hêzên Lîbyayê di şerê Cotmehê ya rizgarkirina Sînayê de beşdar bûn, Lîbya piştevanê Misirê ya rizgarkirina xaka wê ji dijminatiya Îsraîlê bû. Her wiha Misirê li ser zimanê serokê wê Abdulfetah El-Sîsî ragihand ku bi rizgarkirina Lîbyayê re ya bi rêya gelê wê bi xwe bawer e û Misir di bersivdana banga gelê Lîbyayê de dereng namîne."

Besyonî Nivîskarê rojnamegerî yê misirî Mehmûd Besyonî di dawiya axaftina xwe anî ziman ku tevahî gelê Misirê di girtina tedbîrên parastina ewlehiya nîştimanî ya Misirê li dora fermandariya wê ya siyasî de kom bûne.

(fr)

ANHA