Navenda dexl û dan a Minbicê dest bi serfkirina faturayên genim kir

Navenda dexl û dan a bajarê Minbicê û gundewarê wê dest bi serfkirina faturayên genim kir. Rojên yekşem û çarşemê ji bo serfkirina faturayên cotkaran hatin diyarkirin.

Navenda dexl û dan a Minbicê dest bi serfkirina faturayên genim kir
Navenda dexl û dan a Minbicê dest bi serfkirina faturayên genim kir
Navenda dexl û dan a Minbicê dest bi serfkirina faturayên genim kir
22 hezîran, 2020   07:24
MINBIC

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Minbicê Hisên Xelîl diyar kir ku wan derdora 6 hezar ton genim wergirtiye û ji roja yekşemê ve dest bi serfkirina faturayên cotkarên kirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê kîloya genim bi 17centan diyar kir û li gorî buhayê dolar ji cotkaran re bi lîreyê Sûriyê tê serfkirin.

Li gorî Hisên Xelîl ew hilberîna genim li gorî sê pileyan dikirin; pileya yekemîn bi 170 dolarî ji her tonekê re, ya duyemîn bi 168.30 dolarî û ya sêyemîn 166.60 dolarî.

Xebatên wergirtina hilberîna genim li Minbicê hîna berdewam e. Xelîl destnîşan kir ku ew ê wergirtina hilberînê heta ku cotkar teswîqkirina hilberînên xwe bi dawî bikin, bidomînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J0iwNAO-6go" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>