​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî – 22 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa nakokiya Rûsya-Îranê li başûrê Sûriyê, tevgerên Tirkiyê û Qeterê li Lîbyayê û senaryoyên Misir û Tirkiyê kir.

​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî – 22 Hezîran
22 hezîran, 2020   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: LI DERAAYÊ DI MERASÎMA CENAZEYÊ ALÎGIRÊN RÛSYAYÊ DE LI DIJÎ ÎRAN Û HIZBULLAHÊ XWEPÊŞANDAN PÊK HAT

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Bi hezaran sivîl û endamên Feyleq El-Xamis (Feyleqa 5’an) ku Rûsya ew ava kir û li ser çavdêr e, duh xwepêşandanek li bajarê Busra Şam li parêzgeha Deraayê li dar xist ku tê de hilweşîna rejîma Sûriyê û derketina Îran û Hizbullahê ji Sûriyê xwestin.

Xwepêşandêran dirûşmên li dijî malbata Esed û serokê rejîma Sûriyê berz kirin, her wiha merasîma hejmareke leşkerên sûrî ji şêniyên bejahiyên Deraayê ku roja şemiya borî di teqîna erebeyekê de hatibûn kuştin, vegerî xwepêşandaneke bihêrs û mezin ku ji dema serweriya rejîma Sûriyê ji 2018’an de li parêzgeha Deraayê çênebûye.

Di dîmenên malpera ‘Tecemuî Ehrar Horan’ ên beşdarî merasîmê bûne, diyar dibe ku xwesteka hilweşîna rejîmê, derketina Hizbullah û Îranê dikin. Malpera ‘Tecemuî Ehrar Horan’ diyar kir ku Lîwa 8’an a Feyleqa 5’an ji destpêka avakirina wê de "bendeke mertal" li hember berfirehbûna Îranê li Horanê bû. Her wiha bal kişand ser ku hedefgirtina erebeyê piştî ku xurtkirina Îranê benda Firqeya 4’an a bi serkêşiya biryarên Beşar Mahir Esed li bejahiyên rojavayê parêzgeha Deraayê, pêk hat.

Rûsya bi hevrikiya bi Îranê re hewl dide serweriyê li başûrê Sûriyê bike, di çend hefteyên borî de deriyên tevlêbûna li nava Feyleqa 5’an li Deraayê vekir û nêzî 400 kes tev lê bûn, piraniya wan jî yên ji nava rejîmê derketine û yên neçûne leşkeriyê û ji şêniyên Quneytere û Hod Yermûk li bejahiyên Deraayê ne.

Ew jî bi rasthatina belavkirina Hêzên El-Xeys ên nêzî Îranê li bejahiyên rojavayê Deraayê hat ku beriya wê jî kesên dijberî serweriya Îranê li herêmên dihatin kuştin.

EL-EREB: TIRKIYE LI SER QETERÊ ZEXTÊ DIKE KU PEREYÊN ZÊDETIR JI BO ŞERÊ LI LÎBYAYÊ BIDE

Der barê destweredana Tirkiyê li Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi prensê Qeterê Şêx Temîm Bin Ehmed Al Sanî re axivî û ji wî xwest ku piştgiriya malî ya zêde ji bo şerê li Lîbyayê dibe, bike. Da ku Enqere bi hêz piştgiriya milîsên hikumeta Wîfaqê li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter bike.

UKAZ: GELO ENQERE PEYAMÊN QAHÎREYÊ FEHM DIKE

Rojnameya Ukaz ev tişt nivîsand: "Heger rejîma Erdogan nameyên Misirê yên di axaftina serok Abdulfetah El-Sîsî de ya beriya du rojan baş nexwîne, divê tenê loman ji xwe bike. Her wiha Enqere Qahîre ji ber ku cîranê Lîbyayê ye, şantaj dike."

Vê carî bi taybet piştî însiyatîfa Misirê ji bo agirbestê, peyamên El-Sîsî yên siyasî û leşkerî aşkera, zelal  û bi hêz bûn, her wiha  Tirkiyê û hikûmeta Wîfaq ev gotin paşguh kirin, lê belê Enqereyê guh neda vê yekê û di şandina çete û milîsan de berdewam e. Li aliyekî din jî li gorî çavdêrekî misirî, şerê li Lîbyayê ji sînorên Misirê ve pir nêz bû, bi wê re jî serok El-Sîsî got Sirt û Cefra li gorî Misirê xetên sor in û diviyabû helwesteke zelal û tund li ser destwerdanên Tirkiyê bihata ragihandin û Qahîreyê jî ev ragihand û rastî rewabûneke navneteweyî hat.

(fr-bx)