Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran

Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeya Eyayê diyar kir ku dê piştevaniya çandiniya havînê li navçeya Eyn Îsyayê bike û rêjeya ji sedî ya ruxsetdayîna her cotkarekî zelel kir.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran
Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsa wê piştgirî bide cotkaran
20 hezîran, 2020   06:41
EYN ÎSA

Gerînendetiyê lîsteya li gorî encamên keşifkirinê ku endamên wê der bare rûberên çandiniya havînê li gundewarên navçeyê de bi pempo û zebeş amade kir, da ku cotkaran bike.

Hevserokê Gerînendetiya Aborî û Çandiniyê Mihemed Ednan got ku piştevaniya wan dê ji mewsimên havînê re bi rêjeya ji sedî 25 ji bo her rûberekî ji her cotkarekî re be. Mînak heke cotkarek zeviyek bi rûbera 40 donim li gel wî hebe dê piştevaniya 10 donim ji vê rûberê re bê dayîn.

Piştevanî li gorî planên komîteyên aborî û çandinî li herêmên Rêveberiya Xweser û li gorî rûbera giştî ji bo dayîna ruxsetê ji her cotkarekî re tê belavkirin û wiha ye; ji sedî 50 ji mewsima zivistanê re(genim û ceh), ji sedî 25 ji baqilan re û ji sedî 25 ji bo mesima havînê(pempo, garis û zebeş).

Der barê cureyê piştevaniya ku dê bê pêşkêşkirin, Mihemed Ednan wiha axivî: "Dê piştevaniya cotkaran bi semad  bê kirin, her wiha dê sotemeniyê ji cotkarên ku zeviyê xwe bi bîrê yan jî çema Celab av dide re, bê dayîn."

Li gorî giştînameya ku gerînendetiya derxistiye, dê piştevanî ji aliyê sotemeniyê ve li gorî cureyê janatorê ku zeviyê av dide, heke janitor "skaniya" be dê hezar 800 lîtir mazot ji her hêktarekê re bê dayîn ku mewsim pempor be, lê heke mewsim garis û zebeş be dê hezar û 600 lîtir bê dayîn.

Her wiha semad li ser cotkaran ji tevahî nuqteyên Rêveberiya Xweser bi buhaya 350 dolar amerîkî ye ku li sûka reş jî 430 dolar amerîkî ye, tê belavkirin.

Hejmara bîrên ku di Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê de hatine tomarkirin 225 ruxset in û rûbera giştî ya zeviyê çandiniyê ku tê avdan 32 hezar û 284 donim e.

Li aliyekî din jî 200 ruxset ji cotkarên ku zeviyên xwe ji çema Celab av didin hatin tomarkirin û rûbera wan jî 44 hezar û 436 donim e.

Cotkar ji sedî 15 ji rûberên zeviyên çandiniyê li bajarokê Hîşe û rûberên firem ji zeviyên gundên Xinêzat, zeviyan ji çema Celab bi rêya janatoran av didin.

(fr)

ANHA