‘Ji bo serkeftina yekîtiyê divê aliyên siyasî xwedî berpirsiyar bin’

Hevbestvan Mihemed Abdulezîz got: “Lihevkirina destpêkê ya ji bo yekîtiya Kurdan pêngaveke dîrokî ye. Divê hemû partî li gorî berpirsyariya vê pêvajoya  hesas ku herêm tê re derbas dibe, tev bigerin.”

‘Ji bo serkeftina yekîtiyê divê aliyên siyasî xwedî berpirsiyar bin’
20 hezîran, 2020   05:15
QAMIŞLO

Serkeftina qonaxa yekemîn a danûstandinên yekîtiya Kurd bû cihê kêfxweşiya çînên civakê yên cuda. Bi taybet di dema herêm rastî êrişên domdar tên.

Helbestvan û endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Dêrikê Mihemed Ebdulezîz ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û hewldanên pêkanîna yekîtiya Kurd û lihevkirina ku di navbera partiyên Kurd de pêk hatî, wek gavek dîrokî wesifandin û got: "Ev gav di vê pêvajoya dîrokî de wek pêkanîna xewna gelê Kurd û armanca wê tê hesibanidn. Civaka Kurd bi qasî mereqa pêkhatina lihevkirinê û bikaranîna vê derfeta dîrokî da ku ji cîhanê re mafên gelê xwe yên rewa îsbat bidin, dikin ewqas bi deteyên lihevkirinê re mijul nabin.”

Ebdulezîz wiha domand: "Yekîtiya partî û aliyên Kurd li dijî dijminan dê bibe hêzek û dê destekftiyên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin werin parastin. Ji bo fedekarî vala neçin divê hemû bilez bibin yek. Di 10 salên dawîn de me bi hezaran fermandarên mezin dan. Xwîna wan emanetek di stûyê me de ye. Divê em ji bîr nekin û şopdarên wan bin. Ji ber ku wan ewlehî li herêmê pêk anîn. " 

Ebdulezîz bang li partiyên siyasî kir ku li gorî berpirsyariya vê pêvajoya hesas bin, kêmasiyên biçûk û ezeztiya partiyetî yên teng derbas bikin da ku daxwazên gelê Kurd pêk bînin.

Beriya ku Ebdulezîz gotinên xwe bidawî bike, wiha got: "Axa Kurdistanê warê me ye. Şehîd pêşengên me ne. Lewra divê hemû fedekar bin û berjewendiyên kesayetî bidin aliyekê."

Helbestvan û endamê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Dêrikê Mihemed Ebdulezîz di dawiya gotinên xwe de got: "Di vê pêvajoya dîrokî de tişta ji partiyê siyasî, vê ezmûnê derbas bikin, xewna gelê Kurd a yekîtiyê  û parastina destkeftiyan pêk bînin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bUeh6ZAZYPE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>