HRE: Li bejahiya Efrînê gelek çete hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku hêzên wan 19'ê Hezîranê li herêma Efrînê bi çalakiyeke bi bandorderbên giran li çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirekr xistin. HRE'yê diyar kir ku di demên pêş de dê agahiyên berfireh derbarê çalakiyê de werin dayîn.

HRE: Li bejahiya Efrînê gelek çete hatin kuştin
19 hezîran, 2020   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê daxuyaniyeke nivisîkî parve vekir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:

"Di kêliyên destpêkê ên roja 19 'ê Hezîranê de hêzên me li bejahiya herêma Efrînê çalakiyeke mezin û bi bandor li dijî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dar xistin, û di encama wê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Wê hêzên me, di dema pêşiya me de bi daxuyaniyekî berfireh agahiyên zelaltir derbarê vê çalakiyê û belgeyên wê ên dîtbarî belav bike."

ANHA