Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê şênî debara xwe bi çandiniya li malê dikin

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê çandiniya baxçeyên li malê jêdereke girîng ji bo xwetêrkirinê  ji şêniyên gundan re, bi taybet jî di demên bilindbûna buhayên li sûkê, daketina nirxê lîreyê Sûriyê û pêkanîna Qanûna Qeyser, ev kar bi pêş dikeve.

Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê şênî debara xwe bi çandiniya li malê dikin
Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê şênî debara xwe bi çandiniya li malê dikin
Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê şênî debara xwe bi çandiniya li malê dikin
Piştî daketina nirxê lîreyê Sûriyê şênî debara xwe bi çandiniya li malê dikin
19 hezîran, 2020   09:51
HESEKÊ

Bi daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar azarên gel bi gelemperî zêde bûn, ji ber bilindbûna buhayê  pêwîstiyên  xwetêkirinê mîna sebzeyan û  pêwîstiyên malbetî li sûkan,  ev tişt ji ber keysbaziya bazirganan û pêkanîna Qanûna Qeyser e.

Ji bo derbaskirina azarê rojane û sivikirina astengiyên Qanûna Qeyser, şêniyên gunadê Salihiyê yê li bakurê navçeya Dirbêsiyê dest bi çandinya li malê kir,  ji bo hemû piwîstiyên sebzeyan bi dest bixin.

Têkildarî mijarê şêniya bi navê Sekîne Kote li gund bin navê Dayika Gabar tê nasîn, li ser pêwîstiya çandiniya malê û li ser hemû gundiyan axivî û got: "Em ji dayikên xwe fêrî çandina hemû cureyên sebzeyan bûne ji ber em weke quta xwe dibînin û me ji rêwîtiya her roj ta bajêr ji bo kirîna sebzeyan xelas dike."

Dayika Gabar " firingî, becan, îsot, bamî, miloxiyê, kose, fasoliye" di havînê de diçîne, û dest nîşan kir ku ew bi çandiniyê havînê ya li kêlek mala xwe diçîna û wiha anî ziman: Her tim li mala xwe sebzeyan diçînim ku mezaxtina rojane kêm dike."

Ji ber dorpêça li ser herêmê û destekdayîna Rêveberiya Xweser ji hilberînên xwecihî re li bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê rûbera çandiniya havînê zêde bûye, ev tişt jî pêwîstiyê herêmê û sûkê peyda dike.

Karê Dayika Gabar yek ji karên havînê ye, di van demên dawî de piranî şênî vî karî dikin, bi taybet piştî daketina nirxa lîre Sûrî, ev kar jî dê alîkariya Dayika Gabar û gelek malbatan bike û ji encamên qanûna Qeyserê sivik bikin.

Li ser hevgirtina civakî jî piştrast kir ku hilberîn li ser hemû malbatên bêderfet û yên li bajaran dijîn, belav dike.

Dayika Gabar zehmetiyên çandiniyê bi kêmbûna dayîna saetên kehrebê û qutbûna avê ji bo avdanê dinirxîne û wiha domand: "Kehrebe di demê nepêwîst de tê pêxistin mînak di derengiya saetê şevê de;  ji ber wê jî em neçar dimînin ku em jenetorê bi kar bînin ji bo avdanê, baxçe jî ji ber germahiya hewayê du caran di heftiyê de avdanê dixwaze. 

Dayika Gabar sûd ji sebzeyên havînê ji bo xwarnê digire, di heman demê de jî ji bo mûneta zivistanê jî dibe alîkar.