AEAN’yê biryara rexnekirina Îranê erê kir

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) Tehran bi rêya biryara nû ku ji destpêka sala 2012`an ve weke vê nehatiye dayîn, rexne kir.

AEAN’yê biryara rexnekirina Îranê erê kir
19 hezîran, 2020   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

AEAN’yê îro da zanîn ku biryara şermezarkirina reftarên Îranê daye. Tê zanîn ku ji sala 2012`an ve biryareke wiha nehatiye dayîn, di heman demê de yekemîn biryar e ku Îranê têkildarî sîstema nukleer ku AEAN ya girêdayî  NY`yê wê erê dike, rexne dike.

Her wiha Îran li ser hiştina AEAN’yê ya gihaştina 2 nuqteyên nukleer ên biguman hişyar kir ku xebatên di wan de aşkera bikin.

Di civîna AEAN’yê ya li Viyanayê de, biryar hate dayîn. Tê zanîn ku di mehên derbasbûyî de têkildarî sîstema Îranê ya nukleer nakokî hene.

Her wiha hate zanîn ku Fransa, Almanya û Brîtanyayê Tehran têkildarî dan û standina bi AEAN’yê re hişyar kiriye.

(eh)