Misirê destwerdanên Tirkiye û Îranê yên li Bakurê Iraqê şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Misirê duh daxuyaniyek weşand ku tê de destwerdanên dewleta Tirk û Îranê yên li bakurê Iraqê şermezar kirin. 

Misirê destwerdanên Tirkiye û Îranê yên li Bakurê Iraqê şermezar kirin
19 hezîran, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku kiryarên dijminatî berdewama rêzebinpêkirinên domdar li ser Iraqê ne, ew jî qanûn û mîsaqên navneteweyî tevahî binpê dikin.

Wezaretê di daxuyaniyê de piştrast kir ku çi destwerdanên li dijî serweriya dewleteke Ereb red dikin, ji ber dibe sedema nearamiya li herêmê. Her wiha bang li tevahî aliyan kir ku li hember serweriya Iraqê rêzdar bin û xwe ragirin, ji ber çi şer rû bide dê ne di xizmeta hikum û gelê Iraqê de be.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê duh balyozê Tirkiyê yê li Iraqê dîsa vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir. Her wiha wezaretê duh jî balyozê Îranê yê li Bexdayê vexwend û muzakereya protestoya li ser topbaranên Îranê yên li ser gundên bi ser sînor ve yên girêdayî bajarê Hacî Umeran li parêzgeha Hewlêrê radestî wî kir.