Wezîrê Misirê yê berê: Tirkiye mezintirîn xetereya li ser Ereban e

Wezîrê karên derve yê Misirê yê berê Emrû Mûsa anî ziman ku di halê hazir de ji bo cîhana erebî Tirkiye mezintirîn xetere ye.

Wezîrê Misirê yê berê: Tirkiye mezintirîn xetereya li ser Ereban e
19 hezîran, 2020   08:53
NAVENA NÛÇEYAN

Duh êvarî Emrû Mûsa ji kanala Sky Newsê re parve kir ku di van rojên dawîn de Tirkiyê li 3 deverên cîhana erebî operasyonên xwe pêk anîn, ji wan li bakurê Iraqê bomebaran kir, bakurê Sûriyê xwedan hêzeke leşkerî ye û li Lîbyayê bi rêya çeteyan, bi rêya deryayî û asmanî tev digere.

Emrû Mûsa da zanîn ku wê demê ew li herêmê di rewşeke xeternak de ne, xetereya herî dawîn jî ku Tirkiye dikare di heman kêliyê de li gelek deveran hebûna xwe çêke.

Wezîrê Misirê yê berê texmîn dike ku ji bo cîhana erebî Tirkiye ji Îranê xeternaktir e ji ber xwedan taktîkên stratejîk e, her wiha endama NATO`yê ye û bi DYA û Rûsyayê re xwedan têkiliyên stratejîk e, li gel vê yekê bi Yekitiya Ewropayê re jî xwedan berjewendiyên hevbeş e.

Wezîr anî ziman ku ne mimkun e ku Tirkiye bikare bêyî erêkirina dewletên zilhêz sûcên li Lîbyayê pêk bîne, Deryaya Navîn derbas bike û hêzên leşkerî û çete li wir hebin. Wezîr amaje pê kir ku Enqere sûdê ji vê yekê werdigire.

Mûsa bi lêv kir ku li Lîbyayê gelek zilhêz hene, ji wan DYA`yê, Rûsya û dewletên Ewropayê, lê ne şert e ku berjewendiyê van hêzan wekî hev bin, lê dîsa jî her kes ji bo berjewendiyê xwe pêk bîne dixweze rewşa heyî wekî xwe bimîne.

Emrû Mûsa wiha li axaftina xwe zêde kir ev hêzana naxwazin serokê hikumeta Trablusê El-Serec her tiştî bistîne, heta naxwazin serokê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter jî bistîne.

Emrû Mûsa destnîşan kir ku pêwîstiya rewşa heyî bi hevkariya di navbera dewletên ereban û dewletên afrîqî yên cîranê Lîbyayê heye, ji ber gefa li wir bandorê lê jî dike.

Serkreterê giştî yê berê yê Kombûna Erebî texmîn dike ku ji bo cîhana erebî rewşa heyî xetertirîn rewş e, ji ber cîhana erebî ne xwedan helwesteke û ereb parçe parçe ne û berjewendiyên cuda ne, sedema sereke ew ku cîhana erebî li Lîbyayê û Filistînê her wiha hin welatin din ne xwedan hewlwesteke xurt e.

(eh)