Fermandariya Navendî ya Amerîkayê: Bi sedema fişara Îranê em ji herêmê naçin

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê Kenneth Mackenzie piştrast kir ku DYA bi sedema fişara Îranê ji herêmê dernakeve.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê: Bi sedema fişara Îranê em ji herêmê naçin
19 hezîran, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîkayê Kenneth Mackenzie di hevpeyvîneke bi rojnameya The Washington Post re got ku Îranê fişar dike ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişe.

Kenneth Mackenzie li ser berdewama êrişên moşekan a li ser nuqteyên amerîkî li Iraqê axivî û piştrast kir ku DYA’yê bi sedema fişara Îranê ji herêmê dernakeve.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth Mackenzie diyar kir ku Îran û wekîlên wê li Iraqê van êrişan pêk tîne, ew jî ji ber di qada siyasî de bi ser neketin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Iraqê berbanga duh ragihand ku 4 moşekên katyoşa li nêzî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê ketine.

Çavkaniyan bi bîr xist ku moşek ji herêma baregeha Reşîd a li Bexdayê ve hatine.

Ji çend mehan ve baregehên leşkerî li Iraqê ku tê de leşkerên Amerîkayê hene tên bombebarankirin, ev êriş jî bi kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî re bi derbeyeke asîmanî ya Amerîkayê li Bexdayê di Çileya borî de, zêde bûn.

(fr)