Rojeva rojnameyên erebî – 19 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser nîşaneyên destpêkê yên Qanûna Qeyser li ser Şamê, êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û xetereyên leşkerkirina Tirkiyê ya çeteyên çareya siyasî li Lîbyayê asteng dikin.

Rojeva rojnameyên erebî – 19 Hezîran
19 hezîran, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: HIKUMETA SÛRIYÊ TEDBÎRÊN GIRTINA SÛK Û DIKANAN TUND DIKE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh kolanên Şamê piştî pêkanîna Qanûna Qeyser hem vala bûn, her wiha bi rêjeyeke mezin dikanên bazirganiyên hatin girtin, kolan vala bûn, erebeyên kirê (taksî) vala li kolanan digerîn ku li siwaran digerîn, lê erebeyên veguhastinê yên mezin (bas) tedbîrên Korovîrusê pêk tînin."

SANA daxuyand ku hin şêniyên ji Humisê derketin xwepêşandanan û pêkanîna Qanûna Qeyser a yekalî red û şermezar kir.

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyeke fermî daxuyand ku Qanûna Qeyser bi tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bi pê dike, her wiha ev reftara amerîkî ji bo piştgiriya çete û rêgirtiyan e.

Lê belê bertekên hikumeta Sûriyê der barê pêkanîna qanûnê de giraniyeke da kolanê ku bi çavdêrî, tirs û bêbaweriyê tev bigerin, her wiha çavdêriya li ser sûkan tund kir, astengî li firoşkaran kir, bac birî, li gel wê kirîn û firotin pir kêm bûye.

Banka navendî ya Sûriyê di roja yekemîn a pêkanîna qanûnê de nirxa kirîna dolar a dahatûyên takakesî li Sûriyê ji 700 rakir hezar û 250 lîreyî, lê nirxa li sûka reş ji  2 hezar 800 heta bi 3 hezar di roja yekê de rabû.

EL-EREB: BARZANÎ DERBASBÛNA ARTÊŞA TIRK LI BAKURÊ IRAQÊ HÊSAN DIKE

Der barê mijarê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên Kurd got ku êrişa Tirkiyê ya fireh li bakurê Iraqê, ji bilî hêsankirinên ji partiyên Kurd pêk nedihat, di serî de PDK’ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî. Tevî şermezarkirina tund a hikumeta Iraqê. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê di 36 saetan 2 caran balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildizê li ser protestoyê vexwend."

Çavkanî destnîşan dikin ku desthilatên Kurd li rêbazeke parastina berjewendiyên xwe bi dewletên Ereb re digerin, di demeke ku Tirkiyê agahiyên der barê PKK’ê piştgiriyên ji dewletan li dijî Enqereyê digire de, bi taybet piştî agahiyên ku Tirkiyê baregehên leşkerî li bakurê Iraqê ava kirine, pêk hat.

Çavkaniyên herêmî diyar kirk u desthilata herêma Kurdistan a li Iraqê ya girêdayî Barzanî bêdeniya heta niha li ser êrişên leşkerî yên Tirkiyê bi kar tîne, lê li aliyekî din jî li pey darçûnên darayî ji bo piştevaniya PKK’ê ye. Her wiha analîzvanê siyasî Hoşyar Malon got ku Tirkiyê bi derbeya asîmanî ya yekemîn re li hember helwesteke şermîn ji hikumeta Iraqê ye, ev helwest jî êrişa bejahî qedexe dike.

Berpirsekî tirkî got ku welatê wî ji bo avakirina baregehên leşkerî yên demkî li bakurê Iraqê bi israr e, piştî derbeyên dijwar li dijî şervanên Kurd li wir pêk anîn. Her wiha destnîşan kir ku dê ev ked ewlehiya sînor pêk bînin. Her wiha rojnameya El-Ereb serdaneke nepenî ya serokê istîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan a hefteya çûyî ji Bexdayê re aşkera kir ku gelek berpirsên Iraqê dîtine.

Çavkaniyan aşkera kir ku hikumeta Iraqê jî ragihandina serdana berpirsekî Tirkiyê red kir, her wiha tu garantiyên aborî yan jî leşkerî ku bide Enqereyê red kirine.

EL-BEYAN: PISPORÊN NETEWEYÎ; TIRKIYÊ ÇARESERIYA AŞTIYANE YA LI LÎBYAYÊ ASTENG DIKE

Rojnameya El-Beyan qala xetereya leşkerkirina Tirkiyê ji çeteyên re kir û wiha nivîsand: "Pisporên neteweyî eşkere kirin ku Tirkiyê çeteyan dişîne Lîbyayê ev jî dibe sedema lawazkirina çereseriya li Lîbyayê, di heman demê de rejîma Tirkiyê hîn jî li dijî israra navneteweyî ya têkildarî çareseriya siyasî ya aloziyê disekine.

Pisporekî navneteweyî da zanîn ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê dike leşker, her wiha leşkerên ji komên çekdar ên ji Sûriyê ku li Sûriyê bi tewana pêkanîna sûcên li dijî mafên mirovan têne naskirin, dike leşker di heman demê bi hezaran çete ku hin ji wan zarok in(18) bi rêya Tirkiyê dişîne Lîbyayê û NY`yê hişyariya ku xwe pispêre aliyên aktîf ên biyanî dê rêyên çareseriyê asteng bike û sivîlan bixe xeteriyê.

Time têkildarî bikaranîna çeteyan fikarên xwe anîn ziman ji ber biryara Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê ya têkildarî qedexeya şandina çekan bin pê dike, li gel vê yekê time nerehetiya xwe der barê bikaranîna zarokan de anî ziman û destnîşan kir ku di demeke ku Koronavîrusê berbelav e û Tirkiyê çeteyan bi kar tîne xeternak e û rewşa tenduristiya sivîlan dixe tehlûkê de.

Bi mijarê ve girêdayî hîn jî rejîma Tirkiyê têkildarî çareseriya aloziyê li dijî lihevkirinên navnetweyî yên têkildarî aloziyê disekine û her çiqasî agirbest hatibe ragihandin jî Tirkiyê oparasyonên xwe berdewam dike.Artêşa Lîbyayê hişyar kir ku Erdogan hewldana serwerkirina herêmên Lîbyayê yên ku petrol lê hene dike lewma çeteyan dişîne Sertê ji wir dişîne Hîlal El-Niftî."

(fr-eh)