`Tirkiye dixwaze Êzidiyan ji axa wan derxîne û dîroka gelê Kurd tune bike`

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê got: "Tirkiye dixwaze êzidiyan ji xaka wan a dîrokî bi dûr bixîne. Êrişên dawî yên li ser Şengalê berdewama komkujiyên Osmaniyan û temamkirina sûcên çeteyên DAIŞ‘ê ne. Dixwazin dîroka gelê Kurd tune bikin.”

`Tirkiye dixwaze Êzidiyan ji axa wan derxîne û dîroka gelê Kurd tune bike`
19 hezîran, 2020   05:27
HELEB – HENAN MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker 15’ê Hezîranê bi balafiran êrişî Şengal, wargeha penaberan a Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Demê êrişa Tirkiyê watedar bû. Piştî ku hevkarê Tirkiyê, DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî Şengalê kiribû, gelek şênî ji Şengalê koçber bûbûn. Gelek şêniyên Şengalê di vê demê de vedigeriyan warên xwe.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê Suad Hiso got: “Ji berê vê dijminên Kurdan hewl didin civaka Êzidî qir bikin û dîroka Kurdan tune bikin.”

Suad êrişa DAIŞ`ê ya dawîn ya hovane ya 2014`an li dijî Şengalê destnîşan û diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe komkujiyên DAIŞ’ê didomîne.

Suad wiha domand: "Şengal hate hedefgirtin, ji ber ku Êzidî bi ax, ziman û ola xwe ve girêdayî ne. Lewra dagirkeriya Tirk hewl dide wan ji axa wan bi dûr bixîne. Mîna ku çawa Efrînê dagir kir, niha hewl dide tevahiya herêmên Kurd dagir bike. Li wargeha Mexmûr ji bilî sivîlan çi heye? Karê Tirkiyê li Iraqê çi ye? Çavbirçîbûna Tirkiyê sedema aloziyên Rojhilata Navîn e.”

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê îşaret bi berxwedana li dijî planên Tirkiyê kir û bang li rêxistinên navdewletî kir ku helwesteke diyar li hember van êrişan nîşan bidin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DOrO8sIP3Zs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>