ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-6-2020`AN
18 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Rûspî û Eşîrayan a Dêrikê du malbatan li hev tîne, ku ji ber zeviyên çandiniyê nakokî di navbera wan de çêbû. Lihevanîn ku gundê Zuhêriyê tê lidarxistin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê got: "Tirkiye dixwaze Êzidiyan ji xaka wan a dîrokî dûr bixîne. Êrişên dawî yên li ser Şengalê berdewama komkujiyên Osmaniyan û temamkirina sûcên çeteyên DAIŞ‘ê ne. Dixwazin dîroka gelê Kurd tune bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê berdewama fermanên Osmanî ne. Bêdengiya civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî tê wateya pejirandina qirkirina gelê Êzidî yê aştîxwaz.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Baxçeyên malan jêdereke sereke ya jiyanê şêniyên gundan e. Bi bilindbûna buhaniyên madeyan li bazaran bûye rêya tekana ya xilaskirina wan ji krîza buhbûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê  sûcên qetilkirin, revandin, destdirêjî, talankirin, wêrankirin û şewitandina zeviyan didomînin. Çavdêr diyar dikin ku armanc ji van sûcan koçberkirina şêniyên mayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cigîrê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokartîk Hikmet El-Hebîb got: “Dosyaya Kurd yek ji dosyayên herî giring ên Sûriyê ye. Lihevkirina hêzên Kurd gavek ber bi yekîtiya niştîmanî ya Sûrî tê hesibandin. Em bang li tevahiya hêz û partiyên Sûriyê dikin ku heman gavan bavêjin da ku bigihêjin çareseriyek siyasî ku aloziya Sûriyê bidawî bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveberiya Daîreya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê –Yekitî Hesen Biro got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe serdestiya herêma başûrê Kurdistanê, Iraqê û qanûnên navdewletî binpê dike. Em bang li tevahiya partiyên Kurd dikin ku bi lez nakokiyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Tirkiyê di çend mehên dawîn de tevgerên xwe yên li Rojhilata Navîn ji Sûriyê û Iraqê bigre heta Lîbyayê zêde kirin. Tirkiye dewletên Ereb û Kurdan tehdîd dike. Lêkolînerê misirî Munîr Edîb got: “Tirkiye li ber çavê civaka navdewletî dixwaze dewletek Islamî li Lîbyayê li şûna DAIŞ`ê ava bike. Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan desteka tundrewiyê dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Parlamenterên HDP'ê diyar kir ku AKP-MHP çi qas êriş bikin ew qasî HDP xurt dibe û got "Di meşa demokrasiyê de derdikeve holê ku fikrên HDP'ê belav bûne, gelê kurdistanî û gelê demokrat ê Tirkiyê vê dîktatoriyê napejirînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî got: “Êrişa dewleta Tirk a  li ser başûrê Kurdistanê komployek navdewletî ye. Armanca wê tengavkirina tevgera Kurdî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gundewarên Reqayê çandina darên berhemdar bi astek bilind de belav bûye. Li herêma El-Kesrat dar bi rêjeya ji sedî 75 ji rûbera herêmê hatine çandin. Ev zevî rêgeza xwetêrkirinê ji şêniyên herêmê re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebeyê û qutbûna avê bi fikarin ku mewisma çandiniyê ya havînê nebaş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA