Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in

Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikarin ku mewisma çandiniyê ya havînê nebaş e.

Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in
Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in
Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in
Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in
Cotkarên bajarokê Hîşeyê ji ber kêmbûna kehrebe û qutbûna avê bi fikar in
19 hezîran, 2020   05:31
EYN ÎSA

Şêniyên bajarokê Hîşe û gundewarên girêdayî navçeya Eyn Îsa debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

Lê di havînê de çandinî rastî gelek astengiyan hat. Li aliyekî madeyên mîna ajotin, tov, semad û karkeran biha bûne. Tevî wê jî ava avdanê bi awayekî ne birêxistinkirî ji hilmija Til Simin tê berdan.

Hilmija avê ya Til Simin avê ji derdora 16 hezar hiktar erd re peyda dike. Di nav de 8 hezar hiktar li bajarokê Deşîşê ne û 3 hezar hiktar jî li gundewarê bakur û rojavayê Til Simin in. Hilmija El-Heyar 5 hezar hiktar li herêmên başûrê kantona Girê Spî El-Tariq û El-Turkman av dide.

Hilmija Til Simin di destpêka sala par de piştî ku komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi lêçûna 400 hezar dolar restore kir, careke din hate xebitandin.

Ji ber ku Tirkiye bi zanabûn asta çemê Firatê kêm kir, kehrebe bi demên dirêj qut dibe. Ev jî bi awayekî mezin bandorê li hilmija Til Simin dike.  Ew jî bandorê li berdana avê di kanalên şaxî de yên ku hilberînên cotkaran ava didin, kir.

Di encamê de cotkarên bajarokê Hîşe ditirsin û rûberên çandiniyê bi rêjeya ji sedî 30 ji rûbera çandiniyê ya bajarokê bi giştî kêm kirin.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Hemûd dibêje ew ji nebirêxistbûna berdana avê ji hilmijê ditirse ku bibe sedema binketina hilberîna pembo. El-Hemûd diyar kir ku debara malbata xwe jê peyda dike.

Hemûd domand û anî ziman ku nikare binketina hilberînê tehemul bike ji ber ku lêçûnên wê hema bêje heta duqat ji par zêdetir bûye.

Cotkarê bi navê Mihemed Hebûd bang kir ku berdana avê were birêxistinkirin û kanalên şaxî (C5) werin sererastkirin.

Hebûd diyar kir ku ji ber ku kanalên şaxî xirabe ne, 8 hezar donim li herêma Hîşe ji avdanê bê par mane.

Cotkarên bajarokê Hîşe û Xenîzr ên ku zeviyên wan li nêzî çemê Belîx in vedibêjin ku bi rêya ceneratoran zeviyên xwe av didin, ev jî lêçûna çandiniyê zêde dike.

Derbarê pêşniyar û çareseriyan de hevserokê Komîteya Aborî û Çandiniyê ya bajarokê Hîşe Xazî Ilêwî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Di dema niha de û heger hilmij xebitî, av di saet 7:00`an sibehê bi rêya boriyekê digihêje bajarokê Hîşe. Piştî nîvro av bi rêya boriyê din tê berdan. Her du jî bi şev têne rawestandin."

Ilêwî diyar kir ku ji bo zêdekirina miqdara avê divê her du borî ji berbanga sibehê ve bêne xebitandin. Ji ber ku hilberînên havînê tenê 10 rojan tehemul dikin û her derengmayînek dê zirarê bi mewsimê bike.

Hilmija Til Simin di sala 2000`î de hate avakirin da ku warê çandiniyê li gundewarê bakurê parêzgeha Reqayê were vejandin. Bi xwe ji 6 boriyan pêk tê. Her boriyek di her saniyekê de 5 hezar m3 av berdide. Kehrebe bi rêya stasyona Frosiye digihêje wir.

(şx)

ANHA