​​​​​​​`Tirkiye dixwaze li Lîbyayê dewletekî şûna DAIŞ’ê ava bike’

Tirkiyê di çend mehên dawîn de tevgerên xwe yên li Rojhilata Navîn ji Sûriyê û Iraqê bigre heta Lîbyayê zêde kirin. Tirkiye dewletên Ereb û Kurdan tehdîd dike. Lêkolînerê misirî Munîr Edîb got: “Tirkiye li ber çavê civaka navdewletî dixwaze dewletek Islamî li Lîbyayê li şûna DAIŞ`ê ava bike. Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan desteka tundrewiyê dike.”

​​​​​​​`Tirkiye dixwaze li Lîbyayê dewletekî şûna DAIŞ’ê ava bike’
19 hezîran, 2020   00:15
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Tirkiyê tevgerên xwe yên li Rojhilata Navîn li ser gelek astan, fireh kir. Piştî ku şerê hikumeta Sûriyê û Kurdên li Sûriyê kir, hewl da ajandeyên xwe bigihîne Iraq, Lubnan û dewletên Afrîkayê. Niha bi rêya piştgiriya hikumeta El-Wîfaq û çeteyên sûrî êrişî Lîbyayê dike.

Tirkiyê di tevgerên xwe de Misir, Siûdî Erabistan û Îmaratê dide pêşiya xwe, ji ber Tirkiye wan dewletan weke astengiyek li hember pêkanîna planên xwe û kontrolkirina dewletên Ereb û Islamî  dibîne.

Tirkiye ji bo ku planên xwe pêk bîne, rêxistina Îxwan Musliman, komên terorîst û çeteyên Sûriyê bikar tîne.

‘TIRKIYE DIXWAZE LI LÎBYAYÊ DEWLETEK ÎSLAMÎ AVA BIKE’

Girêdayî vê mijarê lêkolînerê misirî û pisporê karûbarên tevgerên islamî, rêxistinên tundrew û terora navdewletî Munîr Edîb ji ANHA`yê re axivî û got: "Tirkiye ji kêliya destpêkê ve dixwaze dewleteke islamî li Lîbyayê ava bike. Armanca wê ya sereke Lîbya ye û ya giştî Afrîka ye."

Edîb destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li Lîbyayê dewletek islamî ava bike, ji ber ku Lîbya li ser asta erdnîgarî girîng e, bi berhemên xwezayî dewlemend e û sînorîn wê bi Ewropayê re hene.

Edîb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Lîbyayê nakokiyek siyasî heye û derfeta çareserkirina wê li gel mudexeleya Tirkiyê û gelek dewletên ewropî gelek dijwar e. Tirkiye ji ber wan sedeman Lîbya pejirand da ku dewletekî li şûna DAIŞ`ê tê de ava bike. Serokê Amerîkayê di 22`ê Adara 2019`an de tunekirina DAIŞ`ê ragihand.”

‘TIRKIYÊ WÎFAQ VEGUHERAD DEWLETA DAIŞ’ê’

Derbarê nîşaneyên hewldanên Tirkiyê ji bo ku dewletek bedîlê DAIŞ`ê li Lîbyayê ava bike de, Edîb got: "Nîşane û teşeyên vê tevgerê hene. Dibe ku mudexeleya wê ya hovane di Lîbyayê de be, tevî piştgiriya rêxistinên tund û tundrew. Dibe ku bi rêya lihevkirinek emnî bi hikumeta Wîfaq re tevgera xwe di Lîbyayê de mafdar bike. Lê di bingehê de ew desteka hikumeta Wîfaq nake, di dema niha de desteka rêxistin û milîsan dike. Hikumeta Wîfaq ji ber kiryarên xwe û ji ber ku bi israr e gavên cidî ji bo pêkanîna ewlehiyê li welêt navêje, bûye hikumeta perçebûnê."

Edîb wiha domand: "Tirkiyê bi armanca avakirina dewletek nû li şûna DAIŞ`ê li Lîbyayê, hikumeta Wîfaq bikar anî. Tirkiyê çeteyên Sûrî ku beşekin ji rêxistinên wek Cebhet El-Nusra, El-Qaîde û DAIŞ`ê  dişîne Lîbyayê, ev nîşaneya wê yekê ne. Niha ew çete li Lîbyayê şer dikin. Ev niyata Tirkiyê di avakirina dewletek islamî li Lîbyayê li ber çavên cîhanê îsbat dike. "

‘TIRKIYE JI BO KURDAN TUNE BIKE DESTEKA KOMÊN TUNDRAW DIKE’

Têkildarî projeyên Tirkiyê yên li dewletên Ereb pirsporê karûbarên tevgerên islamî û rêxisitnên tundrew û terora navdewletî Edîb got: "Tirkiye dewletek êrişker e. Yanî pirsgirêkek siyasî dijber heye. Li herêmê du proje hene; projeya netewdewlet û projeya piştgiriya tundrewiyê. Tirkiye niha êrişî Iraq û Sûriyê dike. Gelek baregehên wê li Iraqê hene û bi hinceta PKK`ê hêzên Kurd topbaran kirin. Tirkiyê çi li Iraqê dike, li Sûriyê, Lîbyayê û li dijî Kurdan jî ew e.”

Edîb axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye, li Sûriyê bi Kurdan re dijmin e. Lewra êrişên xwe bi vê şiklî rewa dike. Dibe ku desteka rêxistinên tundrew dike, ji ber ku dixwaze Kurdan tune bike. Bi texmîna min, cudabûnek di navbera tundiya rêxistinên islamî yên siyasî û Kurdan de heye. Kurd  nasnameya xwe diparêzin û dixwazin wê nasnameyê û serxwebûnê ragihînin. Tirkiye vê yekê red dike û vê redkirinê li ser astên siyasî, leşkerî û dîplomasî rave dike. Dibe ku teşeya leşkerî ya emnî ya herî mezin e. "

‘CIVAKA NAVDEWLETÎ RÊXISTINÊN ISLAMÎ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE YÊN SIYASÎ BIKAR TÎNIN’

Li gorî Edîb: "Heger Tirkiye êrişî herêmê kir dê encamên wê trajedîk bin. Ji ber ku dewletek êrişker e û kiryarên wê li dijî qanûn û pîvanên navdewletî ne. Tirkiye bi rêya DAIŞ`ê êrişî Lîbya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û hinek herêmên Iraqê dike. Tirkiye li ber çavên cîhanê vê yekê dike û armanc dike dijminên xwe tune bike û desteka dostên xwe yên rêxistinên çekdar û tundrew bike."

Edîb bi van şîroveyan gotinên xwe bi dawî kir: “Civaka navdewletî  bêdeng e, ji ber ku ew wan rêxistinên islamî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê bikar tîne. Tirkye reftariya van dewletan bi kar tîne. Kiryarên Tirkiyê li ser ewlehî û aştiya navdewletî xeteriyek mezin e. Dê devê Ewropa û cîhanê bi piştgiriya van koman bişewite. Ev rêxistin dê derbasî dilê Ewropa bibin û terora xwe pêk bînin. Ji vir em dibêjin ev teror wê ne tenê li parzemîna esmer bandor bike, heman demê de dê bandora wan bigihêje dewletên ewropî û ew jî dê bandor li aştiya navdewletî bike."

(şx)

ANHA