​​​​​​​‘Êrişên Tirkiyê berdewama fermanên Osmaniyan in’

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê berdewama fermanên Osmanî ne. Bêdengiya civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî tê wateya pejirandina qirkirina gelê Êzidî yê aştîxwaz.”

​​​​​​​‘Êrişên Tirkiyê berdewama fermanên Osmaniyan in’
19 hezîran, 2020   03:36
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm diyar kir ku armanca êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, wargeha Mexmûr û Şengalê,  xirabkirina ewlehiya herêmê û bêparhiştina Êzidiyan ji mafên wê yên rewa yê jiyanê, ye.

Leyla destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ne tiştekî nû ne û ev tişt got: "Ev êriş berdewama rêze êrişên beriya sedên salan ên li ser gelê Êzidî ne. Erdogan tiştên ku kalikên wî Osmanî û hevkarê wî DAIŞ‘ê di qirkirina gelê Êzidî  de nedikarîbûn bikin, niha hewl dide temam bike."

‘TIRKIYÊ GELÊ AŞTÎXWAZE DIKE HEDEF’

Leyla axaftina xwe wiha domand: “Gelê Şengalê li ser axa xwe dijî. Rojekî gule neavêtiye kesekî. Lê Tirkiye vî gelî bombebaran dike. Hewl dide hebûna vî gelî tune bike. Tevî ku ev gel hîna ji ber êrişên hevalbendê wê DAIŞ‘ê êşê dikişîne. Dewleta Tirk dijminahiya hemû gelên herêmê dike, Kurd, Ereb û Suryan. Tirkiye gelê Êzidî dike hedef, ji ber ku dizane ku gelê Êzidî eslê çanda gelê Kurd e, lewre hewl dide têk bibe."

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyal Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî sûc û êrişên artêşa Tirk a dagirker ji bêdengiya xwe derkevin û got: “Bêdengiya wan tê wateya pejirandina qetilkirina gelê qedîm û aştîxwaz.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g88N0-ITqJE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>