Ji parlamenterên HDP’ê nirxandina meşa demokrasiyê

Parlamenterên HDP’ê diyar kir ku AKP-MHP çi qas êriş bikin ew qasî HDP xurt dibe û got “Di meşa demokrasiyê de derdikeve holê ku fikrên HDP’ê belav bûne, gelê kurdistanî û gelê demokrat ê Tirkiyê vê dîktatoriyê napejirînin.”

Ji parlamenterên HDP’ê nirxandina meşa demokrasiyê
19 hezîran, 2020   02:25
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 15’ê vê mehê de meşa bi dirûşma “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya ber bi Enqereyê ji Colemêrgê da destpêkirin. Heya niha meş li Edirne, Wan, Colemerg û Bedlîsê pêk hatiye. Meş ji aliyê dewleta Tirk ve li her bajarekî hat astengkirin û êriş lê tê kirin.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş meşa partiya xwe ji ANHA’yê re nirxand.

PLANA LI SER HDP’Ê

Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku demeke dirêj e li ser HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve polîtîkayên qirêjî tên meşandin û got: “Bi her awayî êrişên tund li ser partiya me hene. Bi van êrişan dixwazin encamekê bigirin. Li dijî van polîtîkayan jî her dem partî û gelê me li ber xwe dide. Mixabin her çi qas têk diçin, ew qasî çavsor dibin û plansaziyên cuda dixin meriyetê. Yek ji van planan ew bû ku di meclisê de parlamenteriya parlamenterên me bixin û hevalên me binçav bikin. Bi hezaran endamên partiya me di zindanê de ne. AKP û MHP van polîtîkayên xwe yên faşîzan li ser xeta dijminatiya Kurdan diafirîne, mixabin demokrasiya Tirkiyê jî li ser vê xetê radike. Li Tirkiyê niha makezagon tune ye ku her tişt li gorî berjewendiyên AKP’ê tê meşandin. Kesên ku li hember wan gotinekê bike wekî êriş dibînin û wan digirin. Tirkiye wekî dîktatoriyek êdî tê pênasekirin û her ku diçe vê dîktatoriyê xurt dikin. 

‘DI MEŞÊ DE DERKET HOLÊ KU FIKRÊN HDP’Ê LI EDNÎGARIYÊ BELAV BÛNE’

Dîlanê diyar kir ku dixwazin hem li hember rewşa Tirkiyê hem jî li hember partiya HDP’ê polîtîkayên ku xistine meriyetê, nerazîbûna xwe bidin nîşandan û got: “Di meşa me ya Colemêrgê de ruxmî ew qas astengî û dorpêçê ku li ber her malekê polîsêk hebû ji pêşîgirtina li meşê, lê belê li hember wan jî gelê me bi coşeke mezin û dilgermiyekê em pêşwaz kirin. Paşê me meşa xwe ber bi Wanê ve berdewam kir lê li wir jî em rastî astengî û pirsgirêkan hatin. Li vir jî xwestin ciwanan binçav bikin, êrişî gelê me kirin lê belê gelê me dîsa li vir jî bersiva xwe da. Gelê kurdistanî û gelê demokrat ê Tirkiyê vê dîktatoriyê napejirînin. HDP wek xeta çareseriyê dibînin û ji ber vê jî xwedî derketina li HDP’ê ew qas xurt pêk tê. Ew çi qas bixwazin HDP’ê ji holê rakin û tune bikin, HDP ew qas xurt dibe. Ew çi qas êriş bikin, HDP ew qas mezin dibe. Di vê meşê de jî me dîsa dît ku fikrên HDP’ê di ednîgariyê de belav bûne. Ew çi qas êriş bikin jî tu carî nikarin bi ser bikevin.”

‘PIRSGIRÊKA LI SER DIJMINATIYA KURDAN VEDIŞÊRIN’

Dîlan Dîrayet têkildarî bêtehemuliya li hember vîna gelê Kurd ji aliye dewleta Tirk ve û êrişên wan re got: “Tirkiye di nav krîzeke mezin de ye, di nav xwe de pirsgirekên girîng hene. Li ser dijminatiya gelê Kurd dixwaze xwe li ser lingan bihelê. Ji bo wê êrişî Şengal, Mexmûr û hemû parçeyên Kurdistanê dike. Nîjadperestiyê dixwaze xwe dewam bike. Ji ber ku aborî êdî xilas kirine, di nav xwe de qirêjiyên mezin çêkirine, ji aliyê ve aboriya welat di nav xwe de parve dikin, van di ser dijminatiya gelê Kurd re vedişêrin. Êrişên li ser Mexmûr û Şengalê her çi qas li ser bêtemulkirina deskeftiyên Kurdan be jî, dixwaze di nav xwe de jî siyasetê dîzayn bike. Ev operasyonên dîzaynê ne ku ew têk çûnê û ji bo ku careke din bi ser bikeve.”

‘EV MEŞ WEKÎ RENGÊ JINAN BÛ’

Dîlan rola jinan di meşê de wiha nirxand: “Li Kurdistanê bi taybet di berxwedana HDP’ê de jin roleke gelek girîng dilîzin. AKP li ser partiya me siyaseteke qirêjî dide meşandin. Li her demê li dijî van polîtîkayan di asta herî mezin de nerazîbûna xwe jin didin nîşandan. Ji ber wê jin gelek caran bûne hedef, hevalên me hatin qetilkirin, dîlgirtin. Ji muxalefeta jinan gelekî ditirsin. Li meşa me jî derket holê ku jin her li HDP’ê xwedî derdikevin.  Tevlêbûna jinan bi tilîliyan coşeke mezin da me û tirseke mezin da AKP’ê.  Ev meş wek rengê jinan bû.”

‘MEŞA ME LI SER DAXWAZA ME BI RÊ VE DIÇE’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî destnîşan kir ku HDP li hemberî darbeya AKP’ê meşa demokrasiyê daye destpêkirin û got: “Li ser du baskan hat amadekirin, baskê yekem; ji Edîrneyê ber bi Stenbolê ve, ji Stenbolê ber bi Kandiraya Îzmîtê,  ji vir derbasî Enqereyê bibe. Baskê duyem; ji Colemergê ber bi Wanê, ji Wanê ber bi Amedê, ji Amedê ber bi Edeneyê û ji wir jî ber bi Enqereyê ve here. Wekî final û encam wê daxuyanî bê dayîn. Bêguman hikumeta AKP’ê kiryarên xwe bi hevkarên xwe re faşîzm li ser gelên Tirkiyê dimeşîne. Her dem zext û zordariya wan zêde ye. Direjkirina temenê deshilatdariya li ser me dibînê. Di heman demê de mîsogerkirina xwe di şerê navxweyî û derve de dibîne. Astengiyên gelekî dijwar li hemberî meşa me derketin lê berxwedana me ew astengî ji holê rakirin û hişt ku ew paşve gav biavêjin. Ji sedî not meşa me li ser daxwaza me bi rê ve diçe.”

‘EM Ê HEYA ÎLONÊ ÇALAKIYÊN CUR BI CUR LI DAR BIXIN’

Hasan Ozguneş anî ziman ku li Tirkiyê faşîzm, bêhiqûqî, bêmafî, bêwijdanî, bêexlaqî di meriyetê de ye û got: “Hemû zext û zordariyan li ser me didin meşandin lê biryara me jî ew ê wek partî û dilxwazên me em dibêjin têkoşîna azadî, demokrasî, hiqûqê bidin ku di serî de em wek partî li hember faşîzmê serê xwe natewînin. Hem ji aliyê dîplomasiyê ve û hem ji aliyê parlamentoyê ve di nav gelê xwe de xwe bi rêxistin bikin. Gav bi gav em ê heya Îlonê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Hemû cureyên têkoşînê em ê pêk bînin ku em ji faşîzmê, bedeldayînê natirsin. Pêşaroja xwe bi awayekî çalak derbas bikin heya ku em vê faşîzmê têk bibin.”

ANHA