Xelkê Silêmanî astengiyên asayîşê şikandin û li dijî dagirekriyê meşiyan

Welatiyên Silêmanî tevî hemû mudaxeleyan astengiya asayîşê şikandin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dirûşman dest bi meşê kirin.

Xelkê Silêmanî astengiyên asayîşê şikandin û li dijî dagirekriyê meşiyan
18 hezîran, 2020   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Her çi qasî asayîşê hewl da rê li xwepêşandana li dijî dagirkeriyê bigire jî, bi hezaran welatiyan astengî şikandin û ji Baxê Giştî ber bi Cadeya Salim dest bi meşê kirin.

Xwepêşanderên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker herikîn kolanan, bi dengekî bilind sirûda Ey Reqîb xwendin û dirûşmên, “Bimire xiyanet”, “Bo derve bo derve artêşa Tirk bo derve” û hwd qîr dikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yn-rpGuWKDk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>