Êrişên dewleta Tirk li Qamişloyê hatin şermezarkirin

Li Qamişloyê bi sedan kesî bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê şeremzar kirin.

Êrişên dewleta Tirk li Qamişloyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Qamişloyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Qamişloyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk li Qamişloyê hatin şermezarkirin
18 hezîran, 2020   19:20
QAMIŞLO

Meş ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê tev li meşê bûn.

Meş ji Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo ber avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ve dest pê kir. Meşvanan bi al û sembolên ciwanan û wêneyên şehîd Qasim Engîn hilda dan û bê navber dirşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û Mexmûrê, şermezarkirina êrişên li ser Şengal û Mexmûrê û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Meş li ber avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Desteya Ciwan û Werzîşê daxuyaniyek bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku tavilî mudaxele bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirer ên li ser Şengal û Mexmûrê rawestînin.

ANHA