Li Eyn Îsayê dewreya 5‘emîn a hemşîretiyê hate vekirin

Li navçeya Eyn Îsayê dewreya 5‘emîn a hemşîretiyê ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate vekirin.

Li Eyn Îsayê dewreya 5‘emîn a hemşîretiyê hate vekirin
Li Eyn Îsayê dewreya 5‘emîn a hemşîretiyê hate vekirin
Li Eyn Îsayê dewreya 5‘emîn a hemşîretiyê hate vekirin
18 hezîran, 2020   17:21
EYN ÎSA

Piştî çend mehan navber, Komîteya Tenduristiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Eyn Îsayê carekî din dest bi dayîna perwerdeyê hemşîretiyê kir.

Bi tevlîbîna 18 kesan ji şêniyên navçeyê dewreya 5‘emîn hate destpêkirin.

Di dewreya ku dê 20 rojan dewam bike, dê waneyên teyorîk û pratîkî li ser destwerdana lezgîn û pêçandina birînan werin dayîn.

Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsayê Elî El-Elî anî ziman ku kesên di dewreyê de biser bikevin wê karibin perwerdeyê di nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş temam bikin.

Kesên ku di dewreyê de mezûn bûn  di dema êrişên dagirkirinê yên li herêma Girê Spî xizmeta tenduristiyê pêşkêş kirin.

ANHA