Li Hecînê têkildarî şideta li ser jinê semînerek hate dayîn

Bi diruşmeya "Bi îradeyê em civiyane û li hemberî tundiyê em ê bi ser bikevin" Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê semînerek derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de li bajarokê Hecînê da.

Li Hecînê têkildarî şideta li ser jinê semînerek hate dayîn
18 hezîran, 2020   17:08
DÊRAZOR

Semîner bi amadebûna bi dehan jinên bajaroka Hecîn û gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate dayîn. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehrezad Casim semîner da ku tê de behsa cûreyên tundiya li ser jin û civakî kir.

Sehrezad anî ziman ji ber aktorên civakî, siyasî, aborî û adet û kevneşopiyên paşverû yên civakî li dijî jinan tundî tên meşandin.

Şehrezad got ku rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinê ve girêdayî ye, her wiha erk, berpirsiyarî û mafên jinan di civakî de destnîşan kirin.

Semîner bi nîqaş û bersiva pirsên girêdayî mijarê bi dawî bû.

ANHA