Wezîrên Yewnanîstan û Misirê li ser mijara planên Tirkiyê civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas serdana Misirê kir. Dundas bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şikirî civiya. Wezîran geşedanên li Lîbyayê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Wezîrên Yewnanîstan û Misirê li ser mijara planên Tirkiyê civiyan
18 hezîran, 2020   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misirê îro li avahiya Wazareta Derve pêşwaziya hempîşeyê xwe yê Yewnanistanê Nikos Dundas kir.

Derbarê hevdîtina herdu aliyan de Berdevkê Wazareta Derve ya Misirê şêwirmed Ehmed Hafiz wêneyên hevditînê pareve kir û  got: "Têkiliyên du alî yên di hemû waran de, şêwir û koordîneya derbarê dosya û pirsgirêkên herêmî û navdewletî li ser masaya diyaloga herdu aliyan bû."

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas îro sibeha gihaşt Misirê da ku têkiliyên bi Misirê re xurt bike ku bibe.

Li gorî rojnameya SKAI ya Yewnanistanê, siyasetmendar û analîzvan destnîşan dikin ku pêşxistina têkikiyên Misir û Yewnansitanê li gel stratajiya Tirkiyê ya berfirehê û helwestên li dijî wê hat.

Rojnameyê got, nêzîkatiya Osmaniya nû ya Erdogan li rojhilatê Deryaya Spî Yewnanistan û Misirê nêzî hev dike, îmkan heye ku herdu welat bighêjin lihevkirineke dîrokî.