Ji bo jinên Minbicê biryarên girîng hatin girtin

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîte û meclisên jinan ên bajar û gundewarê Minbicê re civiya, rewşa jinê nîqaş kirin û biryarên girîng girtin.

Ji bo jinên Minbicê biryarên girîng hatin girtin
18 hezîran, 2020   14:32
MINBIC

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro û cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê Nezîfe Xelo, endamên komîte û meclisên jinan ên Minbicê di civînê de amade bûn.

Di civîna ku li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hatibû lidarxistin de, rewşa siyasî li herêmê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye, Iraq û Lîbyayê, her wiha bandora Qanûsa Qeyser li ser aboriya herêmê hatin nîqaşkirin.

Beşdaran rewşa jinê di dema belavbûna Koronavîrusê de nîqaş kirin û hate destnîşankirin ku di dema belavbûna vîrusê asta tundiya li ser jinan zêde bû.

Her wiha behsa îmkaniya vekirina projeyên taybet ji bo jinan hate kirin da ku encamên bandora Qanûna Qeyser sivik bibe.

Beşdaran derbarrê jinên Minbicê de biryar girtin, Ji wan "Vekirina mala parastina jinan  û navenda şêwira dirûnî."

Jinan gotin pêwîst e" navendên şikayetê yên jinan hebin ku bi rêveberiya Dada Jin û Meclisa Jinê de be", her wiha destnîşan kirin ku vekirina projeyên aborî taybet ji bo girîng e."

Saziyên jinan ên Minbicê dê demên pêş de van biryaran bixin meryet.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9KD7r9ej9Mw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>