Iraqê piştî Tirkiyê muzakereya protestokirinê radestî balyozê Îranê jî kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku bang li balyozê Îranê Iraj Masjedî kir û muzakereya protestokirina topbarana Îranê li ser gundewarên sînorê Hewlêrê beriya du rojan, radestî wî kir.

Iraqê piştî Tirkiyê muzakereya protestokirinê radestî balyozê Îranê jî kir
18 hezîran, 2020   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê wiha daxuyand: "Îro me bang li balyozê Komara Îslamî ya Îranî yê li gel Komara Iraqê kir û muzakereya protestokirina  topbarana Îranê li ser gundewarên sînor ên girêdayî bajarê Hacî Umeran ê parêzgeha Erbîlê di 16`ê Hezîrana 2020`an de, radestî wî kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn û zerar gihaşt mal û milkan, her wiha metirsî di nava niştecihên herêmê de çêbû."

bx