​​​​​​​Iraqê dîsa balyozê Tirkiyê vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestokirinê radestî wî kir.

​​​​​​​Iraqê dîsa balyozê Tirkiyê vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir
18 hezîran, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê parve kir ku Iraqê êrişên dewleta Tirk ên 17’ê Hezîranê bi tundî şermezar dike, ji ber ku dewleta Tirk xaka Iraqê bombebaran dike û wezaretê jî diyar kir ku bi tu awayî sûcên ku li dijî hevpeyman û qanûnên navneteweyî qebûl nake.

Wezaretê di dawiyê de parve kir ku wan îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestoyê radestî wî kiriye. Di heman demê bang li balyoz kirine ku terka şantejên wiha bikin.

eh