Li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê DAIŞ’ê êrişî hêzên hikumeta Sûriyê kir

Li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên hikumeta Sûriyê kir. Hêzên hikumeta Sûriyê jî gundewarên Hema û Humsê topbaran kirin û gerîna balafirên Rûsyayê li ser herêmê berdewam e.

Li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê DAIŞ’ê êrişî hêzên hikumeta Sûriyê kir
18 hezîran, 2020   11:17
NAVEDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê  li dijî baregehên hêzên hikumeta Sûriyê yên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê êrişek pêk anî û di encamê de şerekî giran rû da.

Li gorî  SOHR`ê şer li eniya Asreya rû da, di encama şer de zêdetirî 15 kes ji hêzên hikumetê bûn qurbanî, hate tekezkirin ku ji wan 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve hêzên hikumeta Sûriyê bi moşekan  herêmên El-Reyîhawiyê, Bêniyîn, El-Fitêre, Filêfil, El-Enkawî û El-Helobî yên gundewarên başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmê geriyan.