Li Sûriyê 9 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê îro ragihand ku 9 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Li Sûriyê 9 kesên din bi Koronavîrusê ketin
18 hezîran, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku jineke 70 salî ji ber şewba Koronavîrusê (Covid-19) mir. Tîmên çavdêriyê jî li parêzgeha El-Quneytra kesên ku têkiliya wan bi jina 70 salî re hebû, ji wan 9 kesên din pê re Koronavîrus hate keşfkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, heta niha 187 kes bi Koronavîrusê ketine û 7 kes jî mirine.