Malbatên şehîdan û gaziyên şer: Êrişên dewleta Tirk yekitiya Kurdan dikin armanc

Meclisa Malbatên Şehîdan û Konfederasyona Birîndarên Şer a Herêma Efrînê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê kar û xebatên yekitiyê dikin armanc.

Malbatên şehîdan û gaziyên şer: Êrişên dewleta Tirk yekitiya Kurdan dikin armanc
18 hezîran, 2020   10:55
ŞEHBA

Bi dehan endamên rêveberiyê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîdan a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Em li dijî dagirkeriya Tirkiyê asta berxwedana xwe bilind bikin" rakirin.

Li goristanê daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina Kurdistanê rêbazên talankirin, wêrankirin, koçberkirin, qetilkirina pêkhateyên Rojhilata Navîn û komkujiyan pêk tîne, dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê, Efrînê, Serêkaniyê komkujî pêk anî lê dîsa jî nesekinî û berê xwe Şengalê, armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku dîroka Kurdên qehreman ku ji beriya hezarên salan xwedan dîrok in tune bike.

Êrişên dewleta Tirk ne tenê Şengalê lê belê başûrê Kurdistanê, Mexmûrê û heta bi Xinêrê jî dikin armanc, dagirker destpêkê başûrê Kurdistanê dike armac, paşê tevgera azadiyê ku rizgariya mirovahiyê û vejandina wijdarê civakan dike armanc, dike armanc, ji ber yekitiya kurdî tê wateya nêzîbûna azadiyê û ev jî xizmeta Erdogan nake, lewma hewldana derxistina nakokiyên di navbera hêzên kurdî de dike.

Ji ber vê yekê em wek Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziyên Gaziyên Şer dibêjin divê cîhan pêk ve ji bêdengiya xwe şer bike, alozî ne tenê zilim û sûcên dagirkeriyê ye lê belê aloziya herî kambax ew e ku cîhan li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Rojhilata Navîn pêk tîne, bê deng e. 

Di dawiyê de em bang li parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd ê li derveyî Kurdistanê dikin ku li dijî sûcên Tirkiyê serî hildin û bi slogana"Berxwedan jiyan e" li ber xwe bidin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IrQC4KmYZ_w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>