Peywendiyên Îsraîl û DYA’yê yên têkildarî plana îlhaqkirina Dîfa El-Xerbiye sekinîn

Rojnameyeke Îsraîlê da zanîn ku têkildarî plana îlhaqkirina Difa El-Xerbiye peywendiyên rêveberiya DYA û hikumeta Îsraîlê sekinîne.

Peywendiyên Îsraîl û DYA’yê yên têkildarî plana îlhaqkirina Dîfa El-Xerbiye sekinîn
18 hezîran, 2020   10:49
XEZA

Rojnameya Mearîf a Îsraîlê kifş kir ku ji ber nakokiyên di navbera partiya Likud ku Benjamin Netanyahu serkêşiya wê dike û Partiya Şîn û Spî ku Gantz bi rê ve dibe, peywendiyên di navbera hikumeta Îsraîlê û rêveberiya DYA’yê yên têkildarî biservekirina (îlhaq) xaka Difa El-Xerbiye de sekinîn.

Rojnameyê ji hin çavkaniyan ragihand ku rêveberiya DYA’yê da zanîn ku heke parçebûna di navbera her du partiyan de berdewam bike, ne mimkun e ku plana biservekirinê bi pêş ve bixe.

(eh)